ROJEVA 17'YÊ NÎSANA 2026'AN 2026-04-17 09:00:00     *Dîdem Yilmaz der barê kampanyaya ‘Parastina Cewherî Dide Jiyîn’ ya Meclîsa Jinan a HDK’ê daye destpêkirin de axivî û da zanîn ku parastina cewherî li dijî her cureyê tundiya ku pergala mêr afirandiye, xeta jiyanî ye. DÎMEN HEYE    *Modernîteya kapîtalîst, ji ser sê lingan projeyeke şaristaniya totalîter a bilind dibe ye: Rejîma hilberîna endustriyalîzmê ya ku xweza û kedê bi rasyonalîteya endustriyê dîsîplîne dike, vê binpêkirinê rewa dike, alavên îdeolojîk siyasî, netew-dewlet û hemû têkiliyên civakê dike alav. Ev mantiqa global a sermayê ye. Ev her sê ling hev xwedî dikin, hêzê didin hev. JINEOLOJÎ   *Civaknas Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku pêvajoya derbarê windabûna Gulistan Dokû de bi awayekî sîstematîk hatiye meşandin û destnîşan kir ku di dozê de hêza giştî ji bo veşartina delîlan û veşartina rastiyê hatiye bikaranîn. DÎMEN HEYE   *Şêxa Hemê Xelîl ku koçbera ji Serêkaniyê ye 7 sal in bi hêviya vegere bajarê xwe dijî. Şêxa Hemê Xelîl got,"Baweriya me heye ku em vegerin, lê vegerek me hebe divê bi ewle be." DÎMEN HEYE    *Ji ber ku 6 sal in aqubeta Gulistan Dokû ne diyar e, li Dêrsimê windahiyek takekesî veguheriye trawmayek civakî. Li gorî Akademîsyen Prof. Dr. Gulnaz Karatay, ev pêvajo dibe sedema “şîna dirêj”, di heman demê de delîlên nû hem hêviya edaletê û hem jî hêrsa kûr di nav civakê de ji nû ve zindî dikin. DÎMEN HEYE    *Aktîvîsta TJA'yê Çîmen Fîdan derbarê meşa Gemlîkê de ku dê ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin axivî û got, "Jinên ku ber bi Gemlîkê ve dimeşin, dê deng û qîrîna bi mîlyonan kesan li wir hilgirin." DÎMEN HEYE