Ji Egîtîm Senê bang: Bila Yusuf Tekîn îstîfa bike 2026-04-17 14:41:40   MEREŞ - Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş li Mereşê di daxuyaniyê de axivî û got: “Bila ev dibistana êriş li ser hatiye kirin bibe navenda bîrê.”   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Mereşê, bi beşdariya rêveberên navenda giştî, li pêşiya Dibistana Navîn a Ayser Çalikê ya Mereşê ku di 15’ê Nîsanê de êriş li ser hatibû kirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Êdî bes e, em dibistanên biewle û qadên bitendurist ên perwerdeyê dixwazin”, “Di perwerdeyê de ji tundiyê re bibêje bes e” û “Na ji tundiya li dijî mamosteyan re” hatin hilgirtin. Her wiha gelek caran dirûşmên “Dijminê mamosteyan Yûsûf Tekîn îstîfa bike” û “Na ji tundiya li dijî mamosteyan re” hatin berzkirin.   Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş di daxuyaniyê de axivî û got: “Ev ne tundiya ewil a di perwerdeyê de ye. Heta ku polîtîkayên mayinde neyên meşandin dê ev tundî bidome. Gelo di vê bûyerê de tu berpirsyartiya we nîne? Weke mamoste em vê berpirsyartiyê li xwe digirin û rexnedayîna xwe didin civakê. Em ê ji we jî bipirsin ey rayedarno, Yûsûf Tekîn em ji te jî dipirsin. Vê bûyerê dilê me şewitand lê xuyaye ku dilê te neşewitandiye.”   Guneş, da zanîn ku nêzikatiyên olperest û nîjadperest bandoreke neyînî li sre dibistanan dike û wiha pê de çû: “Di malekê de çi karê 5 çek û 7 jarjoran heye? Ne tiştekî asayî ye ku zarok ji van bandor nebin. Ji rêzefîlman heta siyasetmedaran û burokratan, di zimanê her kesî de tundî heye. Mimkûn nîne ku zarok ji vê bandor nebin. Em bi hev re polîtîkayeke mayinde pêş bixin. Nexwe dê bi komkujiyên mezintir re rû bi rû bimînin. Bila vê dibistanê bikin navenda bîrê.”   Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî diyar kir ku rageşiya di perwerdeyê de bandoreke neyînî li ser psîkolojiya zarokan û qadên wan ên jiyanê dike û ev tişt anî ziman: “Dilê me tevan dişewite. Îktîdara ku ji bo her derê budçeyê vediqetîne, dikariya dibistanên me veguherîne qadên perwerdeyê yên biewle. Heke cînayetên kiryarnediyar ên li vî welatî hatine kirin hatibûna zelalkirin, dê zarokên me nebûna kujer. Demekî kin piştî bûyera li Sêweregê em çûn dibistanê û me xwest piştevaniyê bidin malbatan. Lê nehiştin em têkevin hundir. Yên ku nehiştin em têkevin hundir, destûrê didin kesên çekên lûledirêj di dest de têkevin hundir. Em li vir bang dikin; divê ev dibistan bibe dibistana şermê, dibistana bîrê.”   Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.