Qirkirina Ermeniyan hat şermezarkirin 2026-04-24 15:28:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera Qirkirina Ermenan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û banga “Nas bike, lêborînê bixwazin û tazmînatê bidin”    Bi boneya salvegera 111’an a Qirkirina Ermenan ku di 24’ê Nîsana sala 1915’an de hate destpêkirin, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku qirkirin were naskirin.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Qirkirina Ermenan daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo dermankirina birînan, hevrûbûna rastiyên dîrokê pêwistiyeke bingehîn e û wiha hate gotin: “Lêborînxwestin ji gel û baweriyên mexdûr, pêkanîna edaletê û rûbirûbûna bi sûcên li dijî mirovahiyê re rêbazên girîng ên ji bo avakirina pêşerojek hevpar û wekhev û aştiya civakî ne. 111 sal ji ser qirkirina etnîkî, olî û çandî ya li dijî welatiyên Ermen pêk hatî re derbas bû. Ev pêvajo, ku di 24’ê Nîsanê de dest pê kir, bi sirgûnkirin û komkujiya bi sed hezaran Ermeniyan berdewam kir.”   Di berdewamê de hate gotin ku tunehesibandina netew, çand û baweriyên cuda xeletiyeke dîrokî ye û wiha domiya: “Rastiya gerdûnî ku tu nasnameyek etnîkî, ziman, çand an bawerî li ser van axan ji yên din bilindtir nîne. Hemû wekhev û azad in û divê ji aliyê siyasî ve jî were qebûlkirin. Pêşxistina têkiliyên dîplomatîk, bazirganî, aborî û çandî bi Ermenistanê re ku beşek ji herêma me ye, hem di berjewendiya gelan û hem jî di pêdiviya wan de ye û hem jî rêyek e ji bo avakirina aştiyê li Qefqasyayê ye. Bi van hest û ramanan, wekî gelên kevnar ên Anatoliya û Mezopotamyayê, em careke din êş û şîna 111 salan a gelê Ermen û gelên din ên Xiristiyan parve dikin. Em hemû kesên ku di wê serdemê de hatine qirkirin bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînin. Em vê trajediya mezin a mirovî di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin.”   Stenbol    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî bi boneya salvegera qirkirinê li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla endama ÎHD’ê Meral Çildirê ve hate xwendin.    Metna hevpar    Daxuyaniya hevpar wiha ye:    “Ji ber ku Qirkirina Ermenan tê înkarkirin û faîl nehatin cezakirin, îro ev sûc bi rêya înkarê tê domandin. Sûcê nehatiye cezakirin dê her tim were kirin! Înkar, qirkirinê domdar dike; înkar, parastina faîlan û sûcdarkirina qurbaniyan e.    Ji qirkirin û înkarkirina qirkirinê heta roja me, li ser vê axê xwîn, hêsir û zêmar kêm nebûn. Ji ber necezakirinê sûcên nû bi xwe re anî û sûcdar bêceza man. Ji ber ku edalet pêk nehat. Weke parastvanên mafên mirovan me gelek caran got, înkarkirina qirkirinê ne tenê ji gotina ‘me nekiriye’ pêk tê. Înkarkirina qirkirinê di heman demê de bi rêya hûrgiliyên bêdawî yên di nava jiyana rojane de dubare dubare bi neviyên qurbaniyan didin jiyîn. Înkarkirina qirkirinê tê wateya nîşandana kujeran weke ‘leheng’ û birûmetxistina wan e.    Înkarkirina qirkirinê; tê wateya gihandina nifşên dijmin, nîjadperest û heqaretên bêdawî yên li dijî bîranîna qurbaniyan e. Di heman demê de tê wê wateyê ku birînên nifşên qurbaniyên ên pêşerojê jî bi domdarî xwînî bin. Di vê pergala înkar tê domandin de weke nifşên faîl em jî berpirsyar in û em bi şerma vê ya giran dijîn. Bi taybet jî di demên dawî de pesindayîna Enver, Talat û Cemal Paşayan û propagandaya Îttîhatvanan her ku diçe zêde dibe; nîjadperestî bêhtir sor dibe û civakî dibe. Mixabin nifşên nû jî bi heman ferasetên tên mezinkirin.    Ermenên Tirkiyeyî, neçar tên hiştin ku bi kesên di her qada jiyanê de vê înkarê didomînin û berdevkiyê wê dikin re bijîn; Ermenên li her çar aliyên cîhanê jî neçar tên hiştin ku ji xaka bav û kalên xwe dûr bijîn û neçar dimînin ku bîranînên mezinên malbatên xwe bi dilşikestiyeke mezin bijîn.    Mîrateya qirkirinê   Binpêkirinên giran ên mafên mirovan ku li vê xakê hatine kirin û hêj tên kirin, mîrateya qirkirinê ye ku rejîma komarê li ser hatiye avakirin. Qirkirina di destpêka sedsala 20’an de li Asyaya Biçûk û Bakurê Mezopotamyayê li dijî gelên Xiristiyan - Ermen, Suryan û Rum - û înkarkirina wê, binpêkirina qanûnên xwe ya dewletê û derketina wê ya derveyî hiqûqê rewa kiriye; ev aqilê dewletê di tevahiya dîroka Komarê de berdewam kiriye. Tişta ku em jê re dibêjin ‘mîrateya qirkirinê’ jî ev aqilê dewletê ye.     Înkar gihiştiye astekî wisa ku peyva ‘qirkirinê’ heta demekî dirêj hatiye qedexekirin; civakê jî ev qebûl kir û xwe ji bikaranîna vê peyvê daye paş. Heta rewşenbîr jî tirsiyan ku vê peyvê bi kar bînin. Komîsyona me ya ku wê demê di bin sîwana Şaxa Stenbolê de xebatên xwe didomand, cara ewil li erdnîgariya me peyva ‘qirkirinê’ bi aşkerayî got, di 24’ê Nîsana sala 2005’an de civîna bîranînê li dar xist û banga ‘nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike’ li dewletê kir.    Dozên hatin vekirin   Ji ber daxuyaniyên têkildarî qirkirinê, di nava salan de doz hatin vekirin. Weke mînak; der heqê Şaxa ÎHD’a Dêrsimê û Baroya Amedê de bi hinceta bîranîna qirkirinê, bi sûcdariya ‘Miletê Tirk û Komara Tirkiyeyê biçûk xistine’ doz hatin vekirin; her du doz jî bi beraetê encam bûn. Her wiha, ji ber daxuyaniya komîsyona me ya di sala 2021’ê de li endamên me doz hate vekirin; doza ku li 51’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat lidarxistin bi beraetê encam bû. Lêkolîna îstînafê ya li Dadgeha Edliye ya Herêma Stenbolê de jî ev biryar teqez bû.    Daraza Komara Tirkiyeyê, naxwaze heta ev mijar were nîqaşkirin jî. Ji ber ku nîqaş dê bi xwe re lêpirsînekê bîne. Lewma jî her çend zext û qedexe bidomin jî di dozên hatine vekirin de ceza nehate dayin. Polîtîkayeke bi vî rengî hatiye meşandin.    Qirkirin ne tenê mirin e. Qirkirin; sirgun, di rêyan de rasthatina êrişan, birçîtî, nexweşî, tecawiz û zilmeke bêeman e. Lêbelê tenê bi vê jî bisînor nîne. Di heman demê de dizî ye. Desteserkirina mal û milkê qurbaniyan; ne tenê bi kargeh, bax û baxçe, zevî, qonax, mal, nexweşxane, perestgeh û erdên dêran bisînor e. Di heman demê de desteserkirina hesabên bankan, zêr û zîv jî di nav de ye. Her çend ev aliyê wê kêm li ser were axaftin jî, rêjeya vê talanê li gorî hesabê wê demê derdora 22 milyon dolaran hatiye hesabkirin.    Her wiha; em leşkerê bi navê Sevak Şahîn Balikçi ku îroj, di 24’ê Nîsana 2011’ê roja bîranîna qirkirinê de li Êlihê ji hêla leşkerekî ve hatiye qetilkirin jî bi bîr tînin. Em soz didin ku dê bîranîna wî bidin jiyîn.     Ji sala 2005’an heta niha em di her 24’ê Nîsanê de heman daxwazê tînin ziman; înkarkirina qirkirinê, domandina qirkirinê ye. Vê înkarê bi dawî bikin. Bi hemû encamên wê yên hiqûqî vî sûcî qebûl bikin. Tenê wê demê ruhê miriyan dikare şad bibe û edalet pêk were. Nexwe naleta vê qirkirinê dê li ser vê xakê ranebe.   Weke her sal di 24’ê Nîsanê de em dibêjin; nas bike, lêborînê bixwaze û tezmîn bike.”   Piştî metna hevpar, Endama MYK’a ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û diyar kir ku ev 21 sal in di her 24’ê Nîsanê de bi sernavê “Nas bike, lêborînê bixwaze û tezmîn bike” bangan dikin. Eren Keskînê anî ziman ku ew vê bangê li Komara Tirkiyeyê dikin.    Endamê MYK’a DEM Partiyê Mûrad Mihçi jî got: “Em Ermenên bişens in. Gelek kesên ji xelkê min hene ku hêj cihê gora wan jî diyar nîne. Yên xwedî vî şensî yan ew kesên wê demê li ber xwe dane yan jî bi saya rêveberên xwecihî yên li dijî qanûna tehcîrê derketin bişens bûn. Îro behsa pêvajoyeke dîrokî, behsa aştiyê tê kirin. Gelo ma ji bo axaftina li ser aştiyê ma hewce nake 1915 were fêmkirin? Hevrûbûna bi 1915’ê re ji bo gelan pêwîstiyeke. Heta ku ev pêwîstî neyê bicihanîn jî dê îktîdar tu caran di peydakirina dijminan de zehmetiyan nekişînin. Dê her tim êşên weke Dêrsim, Koçgirî, 6-7’ê Îlonê û Cizîrê hebin.”    Îzmîr   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxê Zîlan Gumuşê di daxuyaniyê de got: “Ji ber ku Qirkirina Ermenan tê înkarkirin û faîl nehatin cezakirin, îro ev sûc bi rêya înkarê tê domandin. Sûcê nehatiye cezakirin dê her tim were kirin! Înkar, qirkirinê domdar dike; înkar, parastina faîlan û sûcdarkirina qurbaniyan e. Înkarkirina qirkirinê, domandina qirkirinê ye. Vê înkarê bi dawî bikin. Bi hemû encamên wê yên hiqûqî vî sûcî qebûl bikin. Tenê wê demê ruhê miriyan dikare aram bibe û edalet pêk were. Nexwe naleta vê qirkirinê dê li ser vê xakê ranebe.”    Enqere   Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî têkildarî Qirkirina Ermenan li avahiya şaxê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sûcê nehatî cezakirin didome, nas bike, lêborînê bixwaze û tezmîn bike” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê Şaxê Omer Faruk Yazmaci ve hate xwendin.    Riha   Şaxa ÎHD’a Rihayê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveberê Şaxê Mehmet Kiliç di daxuyaniyê de axivî û got: “Ji ber ku Qirkirina Ermenan tê înkarkirin û faîl nayên cezakirin, ev sûc bi rêya înkarê tê domandin.”    Edene    Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî têkildarî qirkirinê li avavahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Emîne Esmerê ve hat xwendin.    Mêrsîn   Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî bi boneya salvegera Qirkirina Ermenan li avahiya xwe daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeynep Kayayê ve hate xwendin.