ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2026'AN 2026-04-25 09:00:00     *Dildara Mor Çati parêzer Ceren Akkaya da zanîn ku di ser dosyayên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş re bêcezahiştin veguheriye polîtîkayeke sîstematîk û got ku ji ber di dosyayên mirinên bi guman de lêpirsînek bi bandor nayê meşandin, ev di wijdana rayagiştî de bêbaweriyeke mezin diafirîne. DÎMEN HEYE    *Serokwekîla koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku ji ber derengketina sererastkirinên qanûnî, pêvajo ‘bê qanûn’ tên hiştin û ev jî mayîndebûnê dike rîskê. Gulîstan Kiliç Koçyîgît got desthilatdariya ku gotiye wê hefteya duyemîn a meha nîsanê dest bi xebatên qanûnê bikin hîna tiştek nekiriye. DÎMEN HEYE    *Bi pêkanîna JINMAP-ê ya ku li Amedê hatiye bicîhkirin, deverên ne ewle dê nexşeya wan bê derxistin û şaredarî dê li gorî pêdiviyên jinan ji bo bajarên ewletir projeyan pêş bixe. DÎMEN HEYE   *Li gundê Mûçê ji bo kana keviran a ayidê fîrmaya HARKA, di bin navê  "zêdekirina kapasîteyê" de, biryara  "Hewce bi ÇED’ê tune ye" hat girtin û ev biryar hilweşîna ekolojiyê ya li herêmê giran dike. Jinên li gund û ji ber dînamîtan xaniyên wan diderizin, ji ber axê sewalên wan nexweş dikevin û nexweşiyê kronîk dertên holê, wiha gotin: “Em bê kes û bê xwedî hiştin. Mêrgên me tên dagirkirin. Qadên jiyanê tên tunekirin.” DÎMEN HEYE