Waniyan aborî şîrove kirin: Welatekî demokratîk şert e 2026-04-30 09:03:22   Rozerîn Gultekin-Oznur Deger    WAN - Jinan der barê polîtîkayên aboriyê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin divê jin xwedî aboriyeke azad bin. Her wiha jinan diyar kirin ku ji bo çareseriyê pirsgirêka aborî divê welat demokratîk be.   Betaliya her diçe giran dibe, ketina hêza girtinê û enflasyona bilind aboriya welat hîn bêtir ber bi xerabiyê ve dibe û mirov mahkûmê jiyaneke bin sînorê birçîbûnê dikin. Ji meha Nîsana 2026’an şûnde sînorê birçîbûnê gihişt 36 hezarî. Sînorê xizaniyê jî derket ser 108 hezarî.  Malbatê nikarin ji zarokên xwe re tiştekî bigirin, mirovê nikarin kirê û fatureyan bidin, ciwanên kar nabînin û bi giştî hemû gel li dijî polîtîkayên aboriyê bêzar bûne.   Me xizaniya her diçe giran dibe û aborî ji gelê Wanê pirsî.   Divê welat demokratîk bibe   Jin û ciwanan diyar kirin ku aborî ne baş e û bal kişandin ser betaliya ku her diçe giran dibe. Jinan dan zanîn ku sedema xerabûna aboriyê rêveberiya welat e û got divê ev welat demokratîk bibe.   Çareserî civaka xwedî hişmend e   Jinan destnîşan kirin ku mirov nikarin mutbexên xwe tije bikin, nikarin xurekên baş bidin zarokên xwe, nikarin kirê bidin û ne pêkan e ku bi mûçeyê asgarî û mûçeyê teqawîtbûnê debar bê kirin. Jinan diyar kirin ku aboriya ku her diçe xerab dibe herî zêde bandor li jinan dike. Her wiha jinan bi lêv kir ku divê jin xwedî aboriyek azad bin û gotin çareserî jî civakeke xwedî hişmend e.