Barê krîza aborî li ser milê jinan e: Ne tasaruf e, binpêkirin e 2026-04-30 09:04:25   Melîke Aydin   STENBOL - Ekonomîst Merve Ulusoy tevlibûna jinan a hêza kar, binpêkirina keda nava malê û tundiya fînansî nirxand û diyar kir ku bandora krîzê ya li ser jinan ne tenê windahiya dahatuyê ye, di heman demê de xizaniya ‘dem û îzolasyona civakiye’ jî.   Di vê pêvajoya ku krîza aborî her diçe giran dibe de, tevlibûna jinan a hêza kar, binpêkirina keda nava malê û tundiya aborî her diçe giran dibe. Li gorî daneyên TUÎK û DÎSK-AR’ê îstîhdama jinan li gorî ya mêran 34 puan şûnde dimîne û ji her sê jinan yek di sînorê xizaniyê de ye. Îstîhdama jinan ji sedî 35 e û ev bi jinên ciwan re ji sedî 40 zêdetir e. Ekonomîst Merve Ulusoy  bandora krîza aborî ya li ser jinan nirxand û da zanîn ku ev bandor ne tenê windahiya dahatuyê ye, di heman demê de îzaslasyonake civakî û demê ye û keda jinê di plana dawî de tê dîtin.   ‘Keda jinê bi entegrasyona qels dikeve pergalê’   Merve Ulusoy balkişand ser cudahiya zayendî ya di piyasa hêza kar de û got jin di destpêkê de bi dezavantaj dikin pergala aboriyê û wiha got: “Tevlibûna jinan a hêza kar ji sedî 35 e. Ya mêran du qatê vê ye. Jin bi heqdestên kêm, bê qeyd tên xebitandin. Di dema krîzan de yên ewil ji kar tên derxistin jin in. Ji ber jin di plana dawî de tên dîtin. Ev tengbûna di sektora xizmetê de raste rast li îstîhdama jinê dixe.”   Tasarufa nayê dîtin   Merve Ulusoy wiha pê de çû: “Rêveberiya nava malê ya lêçûna malê û enflasyona xurekê jin dikin. Ev tasarufa nayê dîtinê ye. Jin ji bo butçeyê bidin têrkirin dest ji xwe berdidin. Berê xwe didin xurekên erzan, xwarina nava rojê dadixin danekê. Di xurekên proteînê de ketin tê jiyîn. Jin dest ji cil û bergên xwe, ji jiyana civakî berdidin. Xwe feda dikin. Ligel vê lêçûna malê, lêçûnên veguhestinê, jinan hepsê malê dike. Krîz têkiliyên civakî yên jinan jî qut dikin. Di vir de pêvajoyeke îzolasyona civakî destpê dike. Jin ji bo alternatîfên erzan biafirînin, mesaiya nava malê zêde dibe. Ev di lîteraturê de ‘xizaniya demê’ ye. Krîz ne tenê dahatuyê, dema jiyana jinê jî xesp dike.”   ‘Jin ji maf bêpar tên hiştin’   Merve Ulusuy di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku krîz hevsengiyên hêzê yên nav malbatê jî li gor başiya mêr, hişk dike û ev jî tundiyeke aborî ye. Merve Ulusoy wiha bi lêv kir:  “Qezenca jinê hebe jî mixabin bi tena serê xwe nikare biryar bide ku xerc bike. Dest didin ser qerta bankayê, dikin bin deyn an jî davêjin derveyê biryarên fînansî. Mal û milk (tapo, wesayît) li ser navê mêr in û jin ji ewlehiya hebûnê bêpar dihêlin.”   Çareserî: Divê barê keda lênerînê bê parvekirin   Merve Ulusoy daxuyakirin ku pirsgirêk piralî ye û divê çareserî jî piralî be û wiha dawî lê anî: “Divê rêgeza mûçeyê wekhev tenê di mevzuatê de nemîne. Divê bê kontrolkirin. Divê ji bo koma temenê 0-3 kapasîteya kreşên dewletê bên zêdekirin. Divê keda lênerîna bê heqdest a jinan tevli hesabên aboriyê bên kirin; ji ber ku karê divê dewlet bike bi tena serê xwe dike. Destûra welidînê ne tenê ji bo jinan divê ji bo mêran jî bê ferzkirin. Divê ev bar bê parvekirin.”