Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê komunan ava bikin 2026-04-30 12:10:55   AMED - Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Canan Kepenç Ozkan di konferansa rêveberiyên herêmî de ku li Amedê tê lidarxistin, got, "Em ê komunan ava bikin. Di komunan de hiyerarşî tune ye. Sîstemeke demokratîk heye ku tê de gel biryarder e."   Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê li Hola Konferansê ya Alî Emîrî konferansek bi dirûşmeya "Komun Şaredarî ye, Şaredarî Komun e" li dar dixe.    Piştî axaftina vekirinê, Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê Canan Kepenç Ozkan, got, "Gelê Kurd di 31'ê Adarê de bersivek zelal da qeûman û îradeya xwe nîşan da. Bi 3'yê Hezîranê re, em bi pêla sêyemîn a qeyûman re rû bi rû man. Biryara israrkirina li ser pergala qeyûman bi cezakirina neqanûnî ya hevserokê me li Colemêrgê hat dayîn. Gelê Kurd êrîşên li ser îradeya xwe qebûl nekir û qebûl nake. Niha, 10 şaredariyên me ji hêla qeyûman ve têne birêvebirin. Divê rejîma  qeyûman tavilê biqede û şaredarî divê bi îradeya gel werin birêvebirin."   Piştî axaftinê, konferansê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.