Li Îranê ceza li mamosteyan hate birîn 2026-04-30 13:46:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeriya Îranê cezayê girtîgehê li 3 mamosteyên mêr û cezayê pereyan jî li 5 mamosteyên jin birî.   Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di derbarê cezakirina hejmarek mamostayên bajarê Kirmanê yê Îranê de agahiyan parve kir.   Li gorî nûçeyê, ji aliyê Şaxê Yekem ê Cîbicîkirina Cezayan a Dadgeha Kirmanê ve cezayê 70 mîlyon tûmenî (pêbijartin) ji bo pênc jinên mamoste yên bi navên; Şehnaz Rezaî Şerîf abadî, Zehra Ezîzî, Leyla Efşar, Mîtra Nîkpûr û Fatime Yezdanî hate birîn. Her wiha, ji bo sê mamosteyên mêr jî cezayê şeş meh zindanê hate birîn.