Li Fransayê çalakiyên 1'ê Gulanê: Kurd jî li qadan e 2026-05-01 13:53:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li sedan bajarên Fransayê çalakiyên 1'ê Gulanê têne lidarxistin. Sendîkayan bal kişandin ser mercên kar û bihabûnê. Li Hennebontê jî Kurd bi nasnameya xwe tevlî meşê bûn.   Li Fransayê di çarçoveya 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê de çalakiyên berfireh têne lidarxistin. Li gorî daxuyaniya Laurent Nuñez'ê li seranserê welat li 320 deveran xwepêşandan hatin plankirin û tê payin ku zêdeyî 100 hezar kes beşdar bibin. Sendîka jî li benda tevlîbûna bi sed hezaran kesî ye.   Li paytext Parîsê wê ji qada République heta qada Nationê meş bê lidarxistin. Lîdera CFDT Marylise Léon û Sekretera Giştî ya CGT'ê Sophie Binet jî tevlî çalakiyê dibin.   Sendîka di 1'ê Gulanê ya îsal de bi taybetî balê dikişînin ser maliyeta zêde ya jiyanê, buhabûna sotemeniyê û mercên kar. Par li tevahiya Fransayê ji 157 hezar heta bi 300 hezar kes tevlî çalakiyan bûbûn.   Li bajarê Hennebontê jî kedkar li gel rêxistinên civakên koçber û demokratîk serê sibehê li Place Fochê li hev kom bûn. Di meş û mîtîngê de krîza aboriyê, guhertinên di teqawîtbûnê û paşdexistina mafên civakî hatin şermezarkirin.   Kurdistaniyên li Lorientê jî beşdarî çalakiyê bûn. Endamên Komeleya Çanda Elewî ya Morbihanê û BIR-KAR'ê bi rengên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn.