Yekîtiya Jinên Ermen: Bila hikûmeta demkî YPJ’ê bipejirîne 2026-05-06 13:00:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînatora Yekîtiya Jinên Ermen Anahîd Kasabiyan diyar kir ku pêwîst e hikûmeta demkî YPJ’ê nas bike û got “Ev pejirandin nayê wateya pejirandina siyasî, ew rê li ber diyalogê vedike ku beşdariya her kesî di teşedana pêşerojê de mîsoger dike.”   Ragihandina peyamên piştgiriyê y ê n ku rêxistinên civaka sivîl û kesayetên mafên mirovan ji bo Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ)  dişînin, berdewam dike. Her wiha bangên ji bo naskirina rola jinan a di parastina civakên herêmî de û bihêzkirina wan a li deverên pêvçûnê jî zêde dibin.    Koordînatora Yekîtiya Jinên Ermen Anahîd Kasabiyan îro peyamek hevgirtinê ya bi YPJ’ê re weşand.   Anahîd Kasabiyan di destpêka peyama xwe de got “Li welatekî ku hînî êşê hatiye kirin, çîrok ne tenê vegotinên demkî ne, her wiha bîranînên zindî ne ku di nav mirovan de digere. Li wir ku windahî zêde dibin û rûyên westiyayî dişibin hev, tenê yên sax mane şahid in, tiştên nehatine gotin û yên nehatine jibîrkirin dimînin. Ji ber ku dîroka ku ew dinvîsin ne dîrokek asayî ye.”   ‘Ji bo ku bîranîn nebe goristanek duyemîn û êş bêwate nemîne’   Anahîd Kasabiyan destnîşan kir ku mayîndebûn ne dawiya çîrokê ye, destpêka wê ye û wiha domand: “Her kesê ku ji şer sax bimîne, bi rastî jî ji şer sax namîne. Ew wê di hundirê xwe de mîna siya dirêj, di hûrguliyên dengê xwe de, di tevliheviya bêdengiya xwe de û di wê awirê de ku naşibe aramiyê, hildigre. Lê dîsa jî ew dinivîse da ku bîranîn nebe goristanek duyemîn û êş bêwate nemîne. Di nav vê dîmenê de, ezmûnên jinan derketin holê ku hewl dan pozîsyona qurbaniyê bişkînin. Di nav de Hêzên Parastina Jinan (YPJ) ku ne tenê formasyoneke leşkerî bû, her wiha îfadeya guhertineke kûr di hişmendî û rola jinan de bû, ku di çarçoveyek dijwar a şer de ku jinan xwe bi du bijarteyan re rû bi rû dîtin, ava bû: têkçûn an rûbirûbûn. Wan hilbijart ku di heman demê de bibin beşek ji parastina civakê û ya xwe.”   ‘Hebûna wan ne tenê leşkerî ye, aliyekî sembolîk û civakî hilgirtiye’   Anahîd Kasabiyan diyar kir ku hebûna wan ne tenê leşkerî bûye; aliyekî sembolîk û civakî hilgirtiye û wiha pê de çû: “Wêneya jinan di hawîrdorekê de ku wan demek dirêj sînordar kiribû ji nû ve pênase dikir. Ev veguherîn ne di valahiyekê de derket holê, her wiha ji berhevkirina ezmûnên bindestiyê û pêwîstiya xwedîderketina deng û girtina biryaran derket holê. Ji ber vê paşguhkirina vê rolê ne tenê înkarkirina qurbaniyan e, di heman demê de paşguhkirina beşek ji veguherîna ku civak bi xwe derbas kiriye jî.”   ‘Hikûmeta Sûriyeyê mecbûr e ku van ezmûnan bi awayek rastîn û berpirsyar bibîne’   Anahîd Kasabyan got ku “Ji ber vê yekê hikûmeta Sûriyeyê mecbûr e ku van ezmûnan bi awayekî rastîn û berpirsyar bibîne û rola jinan di parastin û pêvajoyên civakî de wek beşek girîng a rastiya Sûriyeyê qebûl bike.” Anahîd di dawiya peyama xwe de wiha got: “Ev pejirandin nayê wateya pejirandina siyasî, her wiha xwendinek gihîştî ya rastiyê ye, rê li ber diyalogek berfirehtir vedike ku beşdariya her kesî di şekildana pêşerojê de mîsoger dike. Morika kesên sax mane zuwa nabe ji ber ku ew ne tenê ji bo xemilandinê hatiye nivîsandin, lê ji bo mayîndebûnê, ji bo ku wekî şahidiyek ji bo demek ku hewl da her tiştî jê bibe û têk çû bimîne. Di navbera rêzên vê mîrê de çîrokên ku hê neqediyane lê red dikin ku werin jêbirin û israr dikin ku werin vegotin dihejînin.”