Bavê Rojîn Kabaîş dê bi wezîrê edaletê re hevdîtinê bike 2026-05-06 13:27:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş, ji bo bi wezîrê edaletê re hevdîtinê bike çû Enqerê.   Bavê Rojîn Kabaîş a xwendekara zanîngehê ku di 27'ê Îlona 2024'an de li Wanê wînda bû û di 15'ê Cotmeha 2024'an de cenazeyê wê li Pervê Molaqasim ê li Tuşbaya Wanê hat dîtin, Nîzamettîn Kabaîş ji bo ku kujer  bên eşkerekirin têkoşîna xwe didomîne.   Nîzamettîn Kabaîş ji bo bi wezîrê Edaletê Akin Gulek re hevdîtinê bike diçe Enqerê.   Herwiha dê ji baroya Wanê û Amedê jî parêzer li  gel Nîzamîttîn Kabaîş biçin Enqerê.