Jina ku parastina cewherî bikaranîn hat berdan 2026-05-07 22:05:18   STENBOL- Delal A. ku mêrê bi navê Ruzgar Eser ê ku bi çekê keça wê Nûrşîn Eser bi giranî birîndar kir, kuşt, îro derxistin edliyeyê. Delal A. piştî îfadeyê hate berdan.   Duh li navçeya Kagithaneya Stenbolê mêrê bi navê Ruzgar Eser bi çekê êrîşî Nûrşîn Eser kiribû û bi giranî birindar kir. Dayika wê Delal A. parastina cewherî bikaranîn Ruzgar Eser bi kêrê kuşt. Piştî bûyerê Nûrşîn Eser rakirin nexweşxaneyê û dayika wê hate binçavkirin. Hate zanîn ku tedawiya Nûrşîn Eser li nexweşxaneyê didome.   Delal A. piştî karûbarên li emniyetê îro derxistin edliyeyê. Delal A. piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.   Delal A. di îfadeya xwe de diyar kir ku Ruzgar bi daxwaza axaftinê hatibû lê êrîşî wan kir û got: “Ji bo wî bisekînim bi kêrê me xwe parast. Heke min midaxale nekiribûya yê me bikuşta.”