Şerîn Hesen: Gelê Efrînê ji bo vegere warê xwe têdikoşe 2026-05-09 09:04:57   Gulîstan Gulmuş   RIHA - Berdevka Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê Şerîn Hesen da zanîn ku di çarçoveya peymanê de vegerên li Efrînê wê bidomin û got: “Hevdîtinên ku çete ji malên Efriniyan derkevin didomin. Divê li seranserê Sûriyeyê îstîkrar hebe. Ji bo Sûriyeyek demokratÎk divê pirsgirêk ne li derve li hundir bên çareserkirin.”   Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê ji hewayî û bejayî êrîşê Efrînê kiribû. Di êrişan de bi sedan  kes ku nav de jin û zarok hebûn hatin qetilkirin. Efriniyan 58 rojan li dijî êrîşan berxweda û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li kampa li Şehbayê hat avakirin hatin bicihkirin. Di encama êrîşan de di 18’ê Adara 2018’an de  bi dehezaran Efrîniyan koç kir. Di pêvajoya 8 salan de 100 kes hatin qetilkirin, ji hezarî zêdetir jin û zarok hatin revandin. Gelê ji Efrînê ku koçî taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Hesekê, Dêrik û Qamişlo kirin jî rastî êrîşan hatin.   Di 6’ê Çilê de çeteyên girêdayê Tirkiyeyê û yên HTŞ’ê êrîşê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di 29’ê Çile de navbera Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê de peymanek hat îmzekirin. Li gorî peymanê malbatên ji Efrînê hatibûn koçberkirin divê vegerin malên xwe. Piştî 8 salan şûnde 400 malbatên Efrînî di 8’ê Adarê de û di 4’ê Nîsanê de jî 200 malbat vegeriyan. Di 14’ê Nîsanê de jî 800 kes vegeriyan Efrînê.   Berdevka Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şerîn Hesen da zanîn ku vegera malbatan didome û der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   Berxwedana 58 rojan û koçberî   Şerîn Hesen diyar kir ku Tirkiyeyê di 2018’an de bi 72 balafiran êrîşê Efrînê kiriye û li dijî êrîşan berxwedaneke 58 rojî hatiye meşandin. Şerîn Hesen wiha berdewam kir: “Bedelên giran hatin dayîn. Gelek şehîd hatin dayîn. Li hember sivîlan komkujî hat kirin. Li gundê Cilbire a Efrînê malbatên ku berê ji ber şer li wir bicih bibiûn hebûn. Ew der ji bo wan bi ewle bû. Lê li wir li hember wan malbatan qirkirin pêk anîn. Heman demê de li Mahmudiye komkujî hat kirin. Gelek şehîd hatin dayîn. Di berxwedana 58 rojî de rastiya gel derket holê. Li ku derê Efrînê şer dijwar bû gel berê xwe dida wir û ew der diparast. Li wir destan hat nivîsî. Şervanek Şehbayî hebû, navê wê Aylan bû.  Di 8’ê Adarê de çalakiyek fedayî kir. Di peyama xwe de got ew 8’ê Adarê diyaryê jinan, zarokan û hemû gelê berxwedêr dike. Aylanê got hûn nikarin îradeyê bişkînin û bersiv da êrîşan. Hevalek din Avesta hebû.wê jî çalakiya fedayî pkir. Gelek hevalên din çalakiyên fedayî kirin.”   ‘Zîhniyeta ku diaxwaze Efrîn û xweza wê tune bike’   Şerîn Hesen daxuyakirin ku parêzvanên mafê mirovan vê pêvajoyê de helwesta ‘çavê xwe girtin’ nîşan dane û wiha dirêjî dayê: “Di 16’ê Adara 2018’an de Em ji Efrîn û Dêra Zor derketin. Em bi biryarê derketin. Me yê têkoşînên hîn mezintir nîşan bida.Ewrên reş bi ser Efrînê de hatin. Her tişt zehmet bibû. Efrîn bajarekî mezin e. Bi 72 balafiran êrîş kirin. Xwestin Efrînê û xweza wê tune bikin. Dema em ji Efrînê derketin em bi biryara ku wê vegerin derketin. Em 8 salan li Şehbaê man. Piştre em derbasê cihên bi ewle yên rêveberiya xweser lê bûn bicih bûn.”   ‘Veger wê bidomin’   Şerîn Hesen destnîşan kir ku êrîşa çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê yên di 6’ê Çile de hatine destpêkirin jî pratîka komployê ye û wiha bi lêv kir: “Rojava îsal di ezmûnek mezin de derbas bû. Êrîşên li hember Şexmeqsûd û Eşrefiyê komployek bû. Piştre navbera hikûmeta Şam û QSD’ê de peyman hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê wê koçber vegeriyana malên xwe. Bi taybet gelê Efrînê xwe li gorî vê amade kir. 8’ê Adarê de 400 malbat vegeriyan. Hevdîtin didomin. Wê berdewama vegerên Efrînê bidomin. Hîna tirs heye, ji bo vê hevdîtin didomin. Divê li tevahiya Sûriyeyê îstîkrar pêk bê.”   ‘Pergal, projeya me amade ye’   Şerîn Hesen daxuyakirin ku li gelek bajaran koçber hene û divê ev vegerin warê xwe û wiha dawî lê anî: “Modela Rojava ji bo Sûriyeyek demokratîk ferz e.  Em dixwazin gelê Efrînê, yê Girê Spî û yên din vegerin malên xwe. Ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Sûriyeyê divê ev bê çareserkirin.  Em Sûriyeyek demokratîk esas digirin. Divê her kes bi ziman û çanda we bijî. Mijarek din jî mijara jinê ye. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn. Hêza me ya jinê ya leşkerî YPJ heye. Şehîdên me hene. Me çi kir ji bo jinan kir. Divê YPJ bê qebûlkirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk divê mafê jinan bê nasîn. Divê xweserbûna YPJ’ê bê qebûlkirin, naskirin. Divê mafên Kurdan bê dayîn. Pergala me heye, em dikarin li gorî vê pergalê bi hev re bijîn.”