Li Mûşê Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan hat vekirin 2026-05-09 13:28:58   MÛŞ - Li Mûşê Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan hat vekirin. Di merasîma vekirinê de hat diyar kirin ku dê jin pêşengtiya pevajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" bikin.    Li taxa Zafer a Mûşê ji hêla şaredariyê ve Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan hat vekirin. Di merasîma vekirinê de pankarta "Bi berxwedanê jiyaneke azad û wekhev bi hev re dihûnin” hat vekirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî merasîmê bûn.    Neslîhan Şedal axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan û diyar kir ku dê aştiyê pêk bînin. Neslîhan Şedal wiha axivî: "Di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de barê giran dikeve ser milê jinan. Heke civak azad bibe em jin jî dê azad bibin. Em di xebatên jinan de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a Birêz Abdullah Ocalan esas digirin. Em ê li her derê Mûşê xebatên jinan bidin meşandin."   Sebahat Tuncel jî destnîşan kir ku ligel her cure zehmetî û astengiyan dê jiyana nû înşa bikin û got: "Ev dê bibe navendek ji bo hemû jinên ku hewcedarê hevgirtinê ne. Hûn ê werin vir û hûn ne bi tenê ne. Em jin dê bi ser kevin. Em ê yekgirtî û bi hev re bin. Her tiştê ku me heta niha bi dest xistiye, me bi têkoşîn û berxwedana xwe bi dest xistiye. Dewlet û zîhniyeta serdest a mêran keda jinan îstismar dikin. Hemû kar li ser milên jinan e.   Em di demên dijwar re derbas dibin. Em ê ji bo ji nû ve avakirina pêvajoya aştiyê û jiyanê xwe ji nû ve birêxistin bikin. Divê jin xwe birêxistin bikin. Mûş aştî û azadiyê dixwaze. Em ê bi hev re xwe birêxistin bikin. Em ê awayê ku em dixwazin bi hev re bijîn ava bikin. Em ê bi hemî hevalên xwe yên jin re xwe bi hev re birêxistin bikin."