Gotin zimanê me hebûna me ye û beziyan 2026-05-10 13:17:02   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Em ji bo zimanê xwe dibezin” pêşbirka bezê li dar xist. Beşdarên ku ji Parka Sumerê heta Qada Şêx Seîd bezîne, dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya pîrozbahiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de pîrozbahiyên cihêreng li dar dixe. Di çarçoveya pîrozbahiyan de bi dirûşma “Em ji bo zimanê xwe dibezin” pêşbirka bezê hat lidarxistin. Bez li ber Parka Sumerê bi beşdariya gelek welatî, nûnerên saziyên sivîl û dildarên zimanê kurdî dest pê kir û heya Qada Şêx Seîd domiya.   ‘Em ê zimanê xwe her tim biparêzin’   Beriya ku starta bezê bê dayîn, Seroka Dayreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş axaftinek kurt kir. Zeyneop Yaş, bal kişand ser girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Dayikê û diyar kir ku ew ê her tim xebatên bi zimanê dayikê li pêş bixin.   Piştî axaftinê, bezvan ji Parka Sumerê ber bi Qada Şêx Seîd (Derê Çiyê) ve dest bi bezê kirin. Beşdaran, di tevahiya rêyê de bê navber dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” berz kirin.   Li Qada Şêx Seîd xelat û govend   Dema ku bezvan gihîştin xala dawî ango Qada Şêx Seîd, coş gihîşt lûtkeyê. Piştî bezê, ji bo serkeftiyên pêşbirkê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin. Ji bo bîranîna rojê û pîrozkirina serkeftinê, rayedarên şaredariyê plaket û madalyayên serkeftinê dan bezvanan.   Li qadê piştî xelatan bi sedan kes kom bûn û bi stranên Kurdî dest bi gerandina govendê kirin. Çalakiya ku bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê domiyaye, bi gerandina govendên girseyî bi dawî bû.