Şahida Komkujıya Dêrsimê Anê Xatun hat definkirin 2026-05-11 19:18:44   DÊRSİM – Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatûn (Hanîfe Guleç) li Pulurê hate definkirin.   Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatûn (Hanîfe Guleç) piştî merasîma cenazeyê li Pulura Dêrsimê hate definkirin.   Piştî merasîmê, kurê Anê Xatun, Veli Haydar Guleç, axivî û got, "Dibêjin dema dayik dimire, ronahiya malê vedimire. Îro ronahiya mala me vemirî. Diya min xemgîniyeke mezin dît. Wê dê, bav û xizmên xwe winda kir; ew li sirgûnê jiya. Xemgîniyê qet ew berneda. Di salên 90’î de, wê kurek winda kir. Wê êşa xwe di dilê xwe de girt û bêdeng ma. Diya min hemû êş li ser singa xwe û barê li ser milên xwe hilgirt. Îro, ew ji me veqetiya. Oxir be daye."