Di doza Fatma Elîf Kutlu de li gumanbar cezayê muebetê hat birîn 2026-05-12 18:03:30   BURSA - Di doza der barê qetilkirina Fatma Elîf Kutlu de, li gumanbar Harun Kurt ji sûcê ‘ji qestî jin qetilkirin’ cezayê muebeta giran hat birîn.   Li navçeya Yildirim a Bursayê sla borî gumanbar Harun Kurt jina bi navê Fatma Elîf Kutlu qetil kir. Runiştina biryarê ya dozê hat dîtin. Doz li 9’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bursayê hat dîtin. Gumanbar Harun Kurt, malbata Fatma Elîf Kutlu, wekîlê wezareta malbat û xizmetên civakî û parêzerên aliyan tevli bûn.   Gumanbar bi hincetên tên zanîn hewl da xwe biparêze.   Heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û li gumanbar Harun Kurt ji sûcê ‘ji qestî jin qetilkirin’ cezayê muebeta giran birî.Her wiha ji ber çeka bê ruhsat û  jî 3 sal û 30 hezar pere ceza hat birîn.