Ji Şaredariya Sûrê şeva çîrok û helbestan 2026-05-13 14:39:38     AMED -Şaredariya Sûrê dê di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di 18 û 19'ê Gulanê de, bi tevlibûna çîrokbêj Ayhan Erkmen helbestkar Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî “Şeva Çîrok û Helbestan” li dar dixe.   Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Yek ji van cihan jî navçeya Sûrê ya Amedê ye.   Çîrokbêj Ayhan Erkmen dê çîroka Hawarê vebêje   Şaredariya Sûrê bi armanca pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî û geşkirina çanda Kurdî, bi navê “Şeva Çîrok û Helbestan” rêzeçalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de çîrokbêj Ayhan Erkmen dê di 18ê Gulanê saet di 18:00an de li Qesra Cemîl Paşa bi performansa xwe ya bi navê “Hawarê” derkeve ser dikê. Şaredarî bi vê bernameyê hewl dide ku çand û wêjeya Kurdî bîne cem hev û dewlemendiya zimanê Kurdî bi rêya çîrokan bi bîr bîne.   Şeva Helbestan   Şaredarî dê di 19'ê Gulanê saet di 19:00'an de jî “Şeva Helbestan” li dar bixe. Di vê çarçoveyê de bi moderatoriya Laleş Bîçîmliyê wê helbestkar Berken Bereh, Sûltan Yaray û Rizoyê Xerzî helbestên xwe bixwînin.   Banga tevlibûnê   Şaredariyê wiha banga tevlibûnê kir: “Em ê bi beşdarbûna we kêfxweş û dilşad bibin da ku em bi hev re dilê xwe bi peşkekê ji kaniya dewlemendiya çand û wêjeya xwe hênik bikin.”