Bi wesîleya 15’ê Gulanê ‘Dîwana Dengbêjan’ pêk hat 2026-05-13 21:12:56   WAN - Bi boneya 15’ê Gulanê bi pêşengiya KURDÎGEH, Komeleya Aryen Huner û ŞanoWanê li eywana ŞanoWanê  “Dîwana Dengbêjan” hat danîn.   Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Komeleya Aryen Huner û ŞanoWan bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rêzekonseran li dar dixin. Di çarçoveya rêzekonseran de li eywana ŞanoWanê di roja duyemîn de “Dîwana Dengbêjan” hat danîn. Di bernameyê de Dengbêj Yusuf Kapçak (Apê Ûsib), Dengbêj Ozcan Dîler, Dengbêj Meryem Tuncer, Dengbêj Şamîl Malkoç û Dengbêj Bedîr Gencer derketin ser dikê. Dengbêj Meryem Tuncerê bi xêrhatina beşdaran kir û Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîrozkir.   Gelek kes bi taybetî ciwan tevli bernameyê bûn. Beşdaran bi klamên dengbêjan yên ku êş û kedera ku di dîrokê de gelê Kurd kêşandiye tînin ziman, guhdar kirin û kêliyên xemgîn jiyan. Dengbêjan bi klamên xwe hewldan bala nifşên nû bikşînin ser çanda dengbêjiyê û çanda dengbêjiyê bi wan bidin nasîn û hezkirin.   Di berdewama bernameyê de dengbêjan bi klamên evînî û govendê beşdar coşandin. Beşdaran bi çepik û tilîliyan coş û kelecana xwe raber kir. Bername bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.