Li Swîsreyê ‘Akademiya Kurd’ hat damezrandin 2026-05-15 13:16:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Swîsreyê di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de damezrandina Akademiya Kurd ragihandin.   Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Akademiya Kurd îro hat damezrandin û ragihandin. Akademiya Kurd diyar kir ku têkoşîna nîv sedsala dawî ya gelê Kurd ne tenê siyasî, di heman demê de pêvajoya jinûve avakirina çandî û civakî ye. Hate destnîşankirin ku danheviya civakî, çandî û îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşî li karên nû vekiriye.