ROJEVA 17'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-17 09:00:00     * Nûnera Komeleya 78’an a Dîrokê Atiye Okay da zanîn ku divê dewlet demildest gavê bavêje û pêşiya çûyîn û hatinên li Îmraliyê bên vekirin. BI DÎMEN    * Parêzer Şaziye Cantepe balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û got: “Polîtîka binpêkirinê ya bi zanebûn tê meşandin, girtiyan ber bi mirinê ve dibe. Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê, gelek bûyerên întîxarê pêk hatin.” BI DÎMEN   *Dengbêj Meryem Tuncer der barê çanda dengbêjiyê de axivî û got: “Berê li cihên ku tenê jin lê bûn me stran digotin. Lê niha bi têkoşîna xwe em li her derê dengbêjiyê dikin. Jinên rihê wan de dengbêjî heye hepsê malê nekin.” DÎMEN HEYE   *Endama Komeleya Dema Jinan Esra Kiliç da zanîn ku qetilkirinên jinan polîtîk in û got çavkaniya tundiyê polîtîkaya bêcezahiştinê û zîhniyeta serdest a mêr e. Esra Kiliç wih agot: “Divê qanûna 6284 bi bandor pêk bê, li peymana Stenbolê şûnde vegerin.” DÎMEN HEYE