Li cihê 28 sal in şaredarî heye cara yekê navenda jinan tê vekirin 2026-05-19 09:02:46   Neslihan Kardaş   ŞIRNEX - Hevşaredara Deştadarê Halime Îlçin, diyar kir ku ew ê li gorî daxwazên jinan Navendeke Piştgiriya Jinan û pirtûkxaneyekê dê vekin û got, "Jin daxwaza cihekî taybet dikirin. Me karê xwe li gorî van pêdiviyan bi teşe kiriye."   Li bajarokê Deştadarê ku li navçeya Hezex a Şirnexê ye û niha di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, cara yekem Navendeke Piştgiriya Jinan û pirtûkxaneyek li gorî daxwazên jinan tê vekirin. Her çend li bajaroka ku ji sala 1998'an vir ve şaredarî heye, ji bo jinan tu xebateke civakî nehatibû kirin jî rêveberiya nû di encama civînên ku bi jinan re hatine kirin de projeyên ku hewcedarî û daxwazên jinan çareser dikin, pêşxist.   Piştî daxwaza jinan ji bo cihekî taybet û daxwaza ciwanan ji bo cihekî hevpar ji bo xwendinê, şaredariyê biryar da ku projeya navenda hevgirtinê û pirtûkxaneyê veke. Avakirina navendê berdewam dike.   Hevşaredara Deştadarê Halime Îlçin, li ser projeya Navenda Hevgirtina Jinan û pirtûkxaneyê ya ku berdewam dike nirxandin kir.   Halîme Îlçin rave kir ku dema wan şaredarî bi dest xist, wan bi jinan re civîn li dar xistine da ku  hewcedarî û daxwazên wan fêr bibin. Halîme got ku jinan ji nebûna cîhek taybetî ji bo xwe xwestine. Halîme her wiha behs kir ku ji bo ciwanên li bajarokê cihekî xwendinê tune bû û got, "Jinên ciwan cihek dixwestin ku lê bixwînin. Dayikên me dixwestin xwendin û nivîsandinê fêr bibin. Ji ber vê yekê me biryar da ku navendeke hevgirtinê vekin. Ew ê pirtûkxaneyek hebe, qursên cûrbecûr wê qursên cur bi cûr bên dayîn û em ê atolyeyên jinan organîze bikin. Me bi armanca bicihanîna daxwazên ji me hatine kirin dest bi xebatan kirye."   'Cihekî ku herkes bikaribe xwe rexet bigihîniyê'   Halîme Îlçin diyar kir ku piştî biryar dan ku navendeke hevgirtinê ji bo jinan vekin, wan li ser cihê ku sazî lê were avakirin nîqaş kirine û got, "Me ev cih ji ber ku nêzîkî tevahiya bajarokê ye û herkes dikare xwe bi hêsanî bigihîniyê, biryar da. Piştî prosedurên fermî, me bingeh danî û ji bo ku zûtir biqedînin. Şaredariyên din jî di vê yekê de piştgirî dan me. Qada pêşwext niha temam e. Dîwarê baxçeyê tê çêkirin. Piştî çêkirina hewşê, em plan dikin ku li heman cihî baxçeyekî sebzeyan jî çêbikin."   Li navenda hevgirtinê dê çi were kirin?   Halîme Îlçin behsa çalakiyên ku ew ê li navenda hevgirtinê ya ku ew ê vekin bikin jî kir û got, "Saziya me dê 4 ode be. Yek ji odeyan dê pirtûkxane û cîhek be ku ciwan lê bixwînin. Odeyeke din dê qursên cûrbecûr lê bên dayîn. Odeyeke me ya atolyeyan dê hebe ku li gorî daxwazên jinan atolye lê werin lidarxistin. Odeyek dê odeya me ya civînê be. Hevkarên me yên derûnînas û civaknas dê li wir bin û dê piştgiriya pêwîst bidin jinan. Em hemû karên xwe ji bo xelkê bajarokê dikin. Şaredarî ya wan e."