Meral Daniş Beştaş:Pêvajo bi vî rengî pêş nakeve 2026-05-20 09:03:06   Melîke Aydin   STENBOL - Meral Daniş Beştaş balkişand ser naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd û pêşketina pêvajoya aştiya demokratîk a jin di navenda wê de ye û da zanîn ku heta ewlehiyên qanûnî û hiqûqî pêk neyên wê pêvajo jî pêş nekeve.   Hevberdevka Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş  der barê Pêvajoyê de, salvegera feshkirina PKK’ê û girîngiya zelakirina statuya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Jinnewsê re axivî. Meral Daniş Beştaş da zanîn ku divê demildest gavên şênber bên avêtin.   ‘Divê pêşniyarên rapora meclîsê bikevin jiyanê’   Meral Daniş Beştaş da zanîn ku salek di ser biryara feshkirina PKK’ê re derbas bûye û got tevî gava stratejîk dewletê hîna bersiveke qanûnî nedaye. Meral Daniş Beştaş wiha got: “Salek di ser pêvajoyê re derbas bû. Mixabin hîna pêşniyarên di rapora komîsyona meclîsê de neketine jiyanê. Me pêvajoyek girîng li pey xwe hişt.”   ‘Bêbawerî nayê derbaskirin’   Meral Daniş Beştaş wiha anî ziman: “Daxwaza aştiyê heye lê bêbawerî hîna jî heye. Em her tim li qadan e. Me di mehekê de 30 civîn kirin. Em xebata bi hemû aliyan re ji komeleya Artviniyan bigire ya heta Çorumê, ji Behrareş bigire heta Tokatê bi hemû aliyan re hevdîtinê dikin. Her kes dixwaze pêvajo bidome. Lê bêbawerî ji holê ranebûye.”   ‘Mijar bi hilbijartinan pêş nakeve’   Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku desthilatdarî di mijara neavêtina gavan de li berxwe dide û got: “Em êdî dizanin AKP desthilatdariyek çawa ye. Lê bi belavkirina pêvajoyê ya li demê nabe. Ev nikare bê qebûlkirin. Ev mijar bi hilbijartinan nikare pêş bikeve. Berpirsyariya amadekarina psîkolojiya civakî ne tenê li ser gelê Kurd, tevgera azadî û DEM Partiyê ye. Heman demê de deshtilatdarî jî di vê mijarê de berpirs e.”   ‘Veger tuneye lê pêvajo bi vî awayî pêş nakeve’   Meral Daniş Beştaş balkişand ser xitimandina pêvajoyê û wiha domand: “Gotina veger tuneye watedar û bi nirx e. Tenê aliyê desthilatdariyê nabêje. Tevgera Azadiya Kurd jî dibêje. Muxatabê pêvajoyê Abdullah Ocalan jî dibêje.Veger tuneye lê li cihê xwe ye. Pêş nakeve. Ev jî me pêş de nabe. Em di navberê de mane. Divê statuya Rêberê Gelê Kurd bê nasîn. Pêşketina pêvajoya aştiya demokratîk a jin di navenda wê de bi gavên qanûnî pêkan e. Heta ewlehiyên qanûnî û hiqûqî pêk neyên wê pêvajo jî pêş nekeve. Divê biryarên DMME’ê yên der barê Tirkiyeyê de dane pêk bên. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê zemîneke hiqûqî pêk bê. Dema ev nebin jî pêvajo nameşe, dixitime.”