‘Bi statuya Birêz Ocalan re wê statuya gel jî bê nasîn’ 2026-05-24 09:04:20   Evîn Çîftçî   RIHA - Ayşe Surucu balkişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û got: “Pêşketina pêvajoyê girêdayê sererastkirinên qanûnî, meşandina siyaseta demokratîk a gerîlayan, berdana girtiyan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Statuya ji bo Abdullah Ocalan bê dayîn wê ji bo gel jî bê nasîn.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata  2025’an de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û bi vê re pêvajoya nû hat destpêkirin. Piştî bangê PKK’ê di 5-7’ê Gulana 2025’an de 12 kongreya xwe pêk anî û daxuyakirin ku rêxistin fehs kiriye. Piştî vê di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi merasîmekê çek îmha kirin û bi vê re şênberbûna biryarê nîşanê hemû cîhanê da.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Ayşe Surucu derbarê asta ku pêvajo hatiyê de ji ajansa me re axivî.   '15 meh derbas bû hîna gava şênber tuneye’   Ayşe Surucu da zanîn ku êdî şer qediyaye dema siyaseta demokratîk e û got ji bo pêvajo pêş bikeve divê gav bên avêtin. Ayşe Surucu ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir û pêvajoyek nû dest pê kir. Bi vê bangê re hêvî û xeyalên ji bo aştî û azadiyê zêde bûn. Piştî bangê 15 meh derbas bûn. Di van 15 mehan de ji aliyê rêxisinê ve gavên şênber hatin avêtin. Li meclîsê komîsyonek hat avakirin. Di komîsyonê de xebat hatin meşandin. Divê bi van xebatan gavên şênber bihata avêtin. Mînak divê qanûnên entegrasyonê bihat aderxistin. Wek Birêz Ocalan jî gotiye; ‘Dema şer qediya dema siyaseta demokratîk e.’Ji bo PKK tevli siyaseta demokratîk bibe divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Lê di van 15 mehan de me gavên şênber nedîtin. Ev jî xitimandina pêvajoyê nîşan dide.”   ‘Statuya ji bo Birêz Ocalan wê statuya gel jî bîne’   Ayşe Surucu di berdewamiyê de daxuyakirin ku pêşketina pêvajoyê girêdayê azadiya Abdullah Ocalan e û statuya ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn tê wateya ku statuya gel hatiye nasîn. Ayşe Surucu ev tişt vegot: “Ji bo siyaseta demokratîk pêş bikeve divê demildest sererastkirinên qanûnî yên entegrasyona demokratîk bên kirin. Divê girtî bên berdan û bi taybet jî  Birêz Ocalan azad bibe. Di vê pêvajoyê de statuya ji bo Birêz Ocalan nehatiye naskirin. Birêz Ocalan hîna li Îmraliyê ye. Demek dirêje bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Em saziyên muxatab samîmî nabînin.”   Ayşe Surucu wiha dawî lê anî: “Em ê heta çareseriya pirsgisrêkê û azadiya Rêberê Gelê Kurd têkoşînê bimeşînin. Ji bo dewlet gavê bavêje gelek meş û mîtîng hatin kirin. Lê bersiva pêwist nehat girtin. Me di 16’ê Gulanê de meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ pêk anî. Me çaresrî xwest. Divê dewlet ji daxwazên Birêz Ocalan re bibe bersiv. Divê statu bê nasîn û azadiya Birêz Ocalan pêk bê.”