Li Qoserê mirineke bi guman a jinekê 2026-05-27 16:58:13   MÊRDÎN - Li Qoserê jina bi navê Emîne Esen bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Turgut Ozal a navçeya Qoser a Mêrdînê, jina bi navê Emîne Esen (28) ku hate diyarkirin bi çekê ve hatiye birîndarkirin, piştî sewqê nexweşxaneyê hate kirin, jiyana xwe ji dest da.   Têkildarî mirina biguman a Emîne Esenê lêpirsîn hate destpêkirin.