ROJEVA 28'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-28 09:00:33     *Akademîsyen Işin Unal da zanîn ku ji bo avakirina aştiyê gavên qanûnî girîng in û got qanûnên heyî niha pêk bên wê pêşî li têkoşînê vebike. Kezban Kalin jî got bi pêkanîna biryarên DMME û DDB’ê wê piştgiriyê bide pêvajoyê. DÎMEN HEYE    *Li Sêrtê jina bi navê Mekiye Akyel winda bû û agahî jê nehat girtin. Xwişka wê Halîme Pîlgir da zanîn ku xwişka wê Mekiye Akyel ji aliyê mêrê dest jê berdaye Îsa Guç, xizmên wî Îhsan Guç, Huseyîn Guç ve hatiye qetilkirin û ji ber cenaze nehatiye dîtin rîska ku gumanbar bên berdan heye. DÎMEN HEYE