Dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic hat kirin 2026-05-28 21:57:08     NAVENDA NÛÇEYAN- Li paytexta Fransa Parîsê, şandeya CDK-F'ê, bi Berdevka Komîsyona Parastinê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Anna Pic re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de dosyaya têkildarî “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêşkêşî Parlamentoya Fransayê were kirin, hate radestkirin.   Li paytexta Fransa Parîsê, Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û endamên dîplomasiyê, bi Berdevka Komîsyona Parastinê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Anna Pic re li Parlamentoya Fransayê li hev civiyan.   Di hevdîtinê de dosyaya ku derbarê “Mafê Hêviyê” ya Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, radestî Anna Pic hat kirin. Hate diyarkirin ku wê dosya pêşkêşî Parlamentoya Fransayê bê kirin.   Di dosyaya ku ji aliyê şandeya CDK-F'ê ve hat pêşkêşkirin de, hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê “bêyî hiqûq” tê girtin û hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd temsîl dike.   Her wiha di dosyayê de hate diyarkirin ku nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî Abdullah Ocalan nîşaneya polîtîkayên wan ên înkar, asîmîlasyon û înkarê ye.   Di hevdîtinê de îşaret bi girîngiya dîrokî ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hat kirin.   Hevserokên CDK-Fê destnîşan kir kir “Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk” a Rêber Apo ji bo gelan çavkaniya hêviyê ye û anî ziman ku ew di rêxistinkirina civaka demokratîk de bi biryarin.   Şandeyê diyar kir ku divê ji bo bi tendurist pêşveçûna pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û destnîşan kir ku divê tevahiya gel ne tenê piştgirî bidin pêvajoyê, di heman demê de bibin parçeyek pêvajoyê û rêxistin bikin.