Parêzer Rengîn Ergul: Ji bo azadiyê divê qanûn bên guhertin 2026-06-02 09:06:32   Melek Avcı   ENQERE - Parêzer Rengîn Ergul da zanîn ku divê der barê mafê hêviyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guherîna qanûnî bê kirin û got ew wek rêxistinên civaka sivîl pêvajo şopandina komîteyê dişopînin û di amadekariyên nû de ne.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê der barê "Mafê hêviyê" de heta meha Hezîranê dem dabû Tirkiyeyê. Ji ber biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), heta niha li hember Tirkiyeyê gotin an jî pratîkên şermezarkirinê derketin pêş. Wekê din pêkanînek tunebû.   Komkîteya Wezîran ji bo Tirkiye di mijara mafê hêviyê de gavê bavêje heta dawiya meha hezîrana 2026’an dem da.   Dosya ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dişopîne wek "Koma Gurban" binavkirin. Di vê komê de biryarên DMME’yê der barê Ermîn Gurban, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re tên nirxandin. Nokteya hevpar jî ev e ku cezayên muebeta giran, bêyî mekanîzmaya ku bi şert bê berdan an jî ceza li ber çavan bê derbaskirin, înfazkirin e. DMME’yê di van dosyayan de pergala înfaza Tirkiyeyê li dijî 3’yemîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê dît û Tirkiye mahkum kir.   Endama Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAFDAD) parêzer Rengîn Ergul der barê mafê hêviyê de axivî.   ‘Ji 2015’an de ye dosya li ber komîteyê ye’   Rengîn Ergul da zanîn ku dosya Koma Gurban ya ku bi "Biryara 2 a Ocalan" dest pê kir ji 2015’an de ye li ber Komîteya Doz ji 2015’an de ye tê nirxandin. Li gorî pratîka komîteyê divê herî kêm salê carekê ev doz bigirta rojeva xwe. Lê komîteya wezîran di vê mijarê de kêm ma. Şopandin li gorî teamula xwe nekir. Dewleta Tirk jî der barê biryarê de gav navêt û sedema vê jî ev bû ku ji aliyê komîteyê ve nedihat şopandinê. Dewleta Tirk ev wek derfet dît. Bi salane ji ber di mijara mafê hêviyê de tiştekî nake. Komîteyê ji 2021’ê het aniha ji ber zextên haitn kirin mijar zêdetir kir rojeva xwe. Dema wisa bû dewleta Tirk jî neçar ma hinek gavan bavêje.”   ‘Amadekariyek tuneye’   Rengîn Ergul daxuyakirin ku yek ji gavên ku heta îro hatiye di meha îlona 2025’an de hatiye avêtin û got: “Di îlona 2025’an de heta hezîrana 2026’an dem dan Tirkiyeyê. Hat xwestin ku qanûn bêguherîn û berpirsyarî da meclîsê û komîsyona di bin sîwana meclîsê de hatiye avakirin. Em niha dinêrin di vê pêvajoyê de tu pêşketin tuneye. Der barê vê de plansaziyek tuneye, amadekariyek tuneye. Tirkiyeyê ji wê demê heta niha plansaziyeke pêşkêşî komîteyê nekiriye.”   ‘Em amadekariyên xwe dikin’   Rengîn Ergul da zanîn ku ew pêvajoya şopandina komîteyê didşopînin û ji bo xebatên nû amadekariyên xwe didomînin û got: “Divê meclîs girêdayê pêvajoyê an jî ji pevajoyê serbixwe peywira xwe bîne cih. Di alî hiqûqî de neçare ku amadekariya qanûnekê bike. Ya ku guherîna qanûnî bike meclîse. Tirkiye li gorî peymanên ku alîgirê wê ye divê astengiyên li pêş mafê hêviyê li ber çavan debas bike û sererastkirinên qanûnî bike.”   ‘Dosya Gurban bandor li gelek kesî dike’   Rengîn Ergul daxuyakirin ku tevî ku li cîhanê krîzeke mafê mirovan tê jiyîn Konseya Ewropayê di berpirsyariya xwede bê bandor dimîne û ne tenê wek dosya Gurban divê di perspektîfa pêşniyarên çareseriya berfireh de bê nêrîn. Rengîn Ergul daxuyakirin ku dosya Gurban wê bandor li gelek kesî bike û wiha got: “Bi hezaran girtiyên siyasî yên muebeta giran lê hatine birîn hene. Ev mijarek bi êş e. Ji ber vê jî em neçarin zextê li Komîteya Wezîran, Konseya Ewropayê û hemû aliyan bikin. Tirkiye neçare muebeta giran ji qanûna xwe derbixe. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê derbas dibe.”