Li YYU’yê îdiaya çawîşê pirspor: Xwendekarên jin di hedefê de ne 2026-06-03 09:06:01     Oznur Deger   WAN- Çavkaniyeke ku li zanîngeha Yuzunucu Yil a Wanê xwendiye, îdia kir ku çawîşên pispor nasnameyê nîşan didin û heta derengiya şevê li kampusê digerin.   Di ser mirina bi guman a Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş ku winda bû û jiyana xwe ji dest da re du sal der bas bûn û hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Li zanîngehê jin di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ne.   Çavkaniyeke li zanîngeha YYU xwendiye û bi hicneta ewlehiyê navê xwe neda, diyar kir ku çawîşên pispor bi salane kampusê bê kontrol bi kar tînin û li qadên civakî yên xwendekar lê ne hewl didin xwendekarên jin nas bikin. Çavkaiyê her wiha got li dijî vê rêveberiya zanîngehê tu tiştekî nake û kêmasiya ewlehî û kontrolê demek dirêje li kampusê didome.   ‘Kampusê wek qadên xwe bi kar tînin’   Çavkaniyê da zanîn ku di navbera 2018-2025’an de li YYU perwerde dîtiye, çawîşên pispor li gorî saeta dixwazin diketin kampusê û got di saeta ku kampusê ew nedigirt hundir de çawîşên pispor bi nanameya xwe diketin hundir û peywirdarên ewlehiyê li dijî vê tiştek nedikirin.   ‘Bi çekên xwe diketin qadên ku xwendekar lê ne’   Çavkaniyê daxuyakirin ku çawîşên pispor li cihên ku xwendekar bi kar tînin hene û bi taybet li peravê hewl didin xwendekaran nas bikin. Her wiha îdia kir ku kesên ji xwe re dibêjin personelên leşkerî ne bi xwendekaran re tevli bernameyên sporê dibin, li kampusê bi çekên xwe digerin û tevî vê tu tiştek nayê kirin.   Çavkaniyê destnîşan kir ku çawîşên pispor diçin kafeyên ku xwendekar diçinê û wiha domand: “Wê demê  Kampus Kafe hebû. Ew der veguherî cihê fuhuşê. Rektor ew der girt. Pewyirdarên leşkerî li wir rudiniştin.Niha jî kafeyên diçinê hene. Piranî ber bi êvaran di derketina dersan de tên. Xwendekarên jin li wir nas dikin û têkiliyê datînin.”   ‘Piştî Rojînê hinek tedbîr hatin girtin’   Çavkanî her wiha bi lêv kir ku beriya mirina bi guman a Rojîn Kabaîş tedbîrên ewlehiyê qesl bûne û piştî mirina Rojîn Kabaîş hinek pêkanîn xistine jiyanê, lê pirsgirêk bi tevahî nehatiye çareserkirin. Çavkaniyê got li kampusê kêmasiyên kontrolê yên cidî hene.   Îdiaya tacîzê   Çavkaniyê got der barê hinek akademîsyanan de îdiayên tacîzê ji aliyê xwendekarên jin ve hatine rojevê û li ser gilîkirinan der barê akademîsyenekî de lêpirsîn hatiye meşandin lê akademîsyen peywira xwe meşandiye.   Çavkaniyê daxuyakirin ku tevî du sal ser mirina Rojîn Kabaîş de derbas bûye bûyer nehatiye ronîkirin û li zanîngehê pirsgirêkên ewlehî û kontrolê didomin.   Zanîngehê îdia red kirin   Li ser îdiayan em li zanîngehê geriyan û li  ser navê Rektoriya Zanîngeya YYU ya Wanê, Yekîneya Ewlehî û Kordînatoriya Ragîhandina Saziyê li me vegeriya û îdia kir ku rastiya van îdiayan tune ye. Her wiha yekîneyê îdia kir ku ji bilî peywirdarên ewilehiyê tu personelê leşkerî nakeve koampusê, lê heta saet 17.00’an ketin û têketinên nexweşxaneyê hene û kontrola wê jî nikarin bikin.