Ji lûtkeyên çiyaya heta ser sifreyan 2026-06-05 09:04:30   WAN - Li Wanê jinên li çiyan pincarê kom dikin, hem keda xwe ya nayê dîtin hem jî zanîna nebatên bi şifa didin jiyîn. Jinên jiyana xwe nav xwezayê de derbas dikin, diyar kirin ku komkirina pincarê wek debarê dibînin.   Keda jinê wek her qadê  li lûtkeyên çiyan jî nayê dîtin. Jinên di kar û barên malê de kedek mezin didin, tevî vê di qada aborî û civakî de cihê ku heq dikin nabînin. Bi taybet li gundan rola jinên ku kedek mezin didin nayê dîtin.   Li Westan a Wanê li gundê Îrîç jinên ku sibehê zû radibin ji bo komkirin pincarê dikevin rê. Jinên demekê bi wesayîtan diçin, xwe digihînin qadên ku pincar derketiye. Piştre bi saetan pincarê kom dikin.  Tûrikên xwe tije pincara bi şifa dikin.   Kêfxweşiya ku piştî rojê tê hîskirin   Jinên ber bi êvarê bi pincara xwe vedigerin, tevî westandinê bi pitşevanî û hêza berhema ku kirine vedigerin malê xwe. Keda jinan li vir naqede, pincara kom dikin li malê paqij dikin û amade dikin. Jin tenê vê şifayê naynin ser sifreyan,  van nebatan wek çavkaniya şifayê dibînin û hişk dikin. Jinên tûrikên pincarê li ser milên xwe ji lûtkeyên çiyan daxistin, seransrê rê şifa û girîngiya van nebatan jî vegotin.   ‘Em bi xwezayê re yek in’   Jina bi navê Şadiye Akti da zanîn ku keda jinê nayê dîtin û jin tevî hemû zehmetiyan li ser piyan e. Şadiye Akti daxuyakirin ku jin jiyan û xweza yek e û wiha got: “Jin li her qadê debara xwe dikin.Keda jinê tê binpêkirin. Em bi xwezayê re yek in. Hinek pincar dibin xwarin. Hinek jî em wek şifa bikar tînin. Em Çohrînê di xwarinên xwe de bikar tînin. Bi şifaye. Em pincara Karî jî  wek  belgên sarmeyan bikar tînin. Ji bo nexweşiyan jî şifaye. Gûhbizin dikeve her xwarinê. Ji bo birînan baş e.”   ‘Wê çiya, xweza û nebatan ji bîr bikin’   Kewê Işik jî da zanîn ku nifşên pey wan wê van nebatên bi şifa jibîr bikin û wiha domand: “Yên piştî me wê van nebatan nizanibin. Wê nirxa nebat, xweza û çiyan jibîr bikin. Pincara Banreş di her xwarinê de tê bikaranîn. Bi şifaye. Em wisa debarêdikin. Jin tunebin jiyan tuneye.”