ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2026'AN 2026-06-09 09:00:00     * Karkerên jin yên di sektora market û mexazeyan de dixebitin, di bin şertên giran de dixebitin û bi pirsgirêkên mobîng û tacîzê re tên rû hev. Nûnerên sendîkayan ji bo çareseriyê banga rêxistinbûn û têkoşînê kirin. BI DÎMEN    * Ji Dayikên Aştiyê yên Sîlopiyê Emîne Alkiş da zanîn ku heta aştî neyê welatê wan wê ranewestin û got: “Çima vê bi Kurdan dikin. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Wek dayik çi bikeve ser milê me em ê bikin.” DÎMEN HEYE   *Hevşaredarên Sêrt û Sûrê diyar kirin ku komun di demokratîkbûna rêveberiyên herêmî û pêvajoya avakirina civakî de bûne amûrek bingehîn û tekez kirin ku ew di heman demê de beşek girîng a pêvajoya demokratîkbûna herêmê ne. BI DÎMEN    *Endama Komîteya Bicîhanîna Peymana 29'ê Çileyê Jiyan Hesen anî ziman ku Pêvajo gelek hêdî dimeşe, pêvajo ne xetimiye lê hêdî dimeşe. Astengiyeke ku pêşiya peymanê bixetimîne nîne. Hemû hewldanên me ew in ku pêvajo neyê xetimandin û peyman bê pêkanîn. DÎMEN HEYE   *Yasîn Çakmak ku parêzvaniya serokomar Tayyîp Erdogan dikir, hewl da Fatma Çakmak ya pê re zewicandiye qetil bike. Doza der barê bûyerê de hat vekirin sibê li 33’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê tê dîtin. Li aliyê din jî tevî biryara velatiyê zarokên Fatma Çakmak hîna nedanê.