Doza fuhuşê hat taloqkirin 2026-06-10 16:07:44     COLEMÊRG - Danişîna doza Ayşegul Akdogan a ku jinan dikşîne nava fihûş û tiryakê, bi daxwaza guhdarîkirina şahidan hate taloqkirin.   Danişîna 8emîn ya doza Aysegul Akdogan a ku di 27’ê Îlona 2024’an de bi tawanbariya “birîndarkirina hêsan” û “aşkerakirina dîmen û dengên jiyana taybet” derbarê wê de doz hatibû vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Asliye ya Colemêrgê hat lidarxistin. Dayika P.K.yê N.O. ku gilîkar e, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû, lê Ayşegul Akdogan tev li danişînê nebû. Şandeya dadgehê, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de û ji bo guhdarîkirina şahidan, danişîn taloqî 16’ê Cotmehê kir.   Çi qewimîbû ?   Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê, piştî belavbûna dîmenê ku Ayşegul Akdogan li P.Kya 17 salî dida û heqaret lê dikir, di 27’ê lona 2024’an de derbarê wê de îddianameyek amade kiribû. Piştre hat angaştkirin ku Ayşegul Akdogan jinan dikişîne nava fihûş û hişbirê. Di îddianameya ku bi tawanbariya “birîndarkirina hêsan” û “aşkerakirina dîmen û dengên jiyana taybet” hatibû amadekirin de, îfadeyên malbatên wan jin û zarokên ku hatine xapandin û kişandin nava fihûşê jî cih girtibûn.