'Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere' 2026-06-13 18:32:15   ENQERE - Veysî Aktaş ku di rûniştina 3'emîn a ‘Konferansa di Sedsala 2'yemîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ de axivî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û got: “Ji bo wê jî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê ku bi wêrekî tevbigere. Heke bi wêrekî tevbigere wê pêvajo pêş bikeve.”   Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2'yemîn de Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ destpê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar û kesayetên navdar dê li ser mijaran gotûbêj bikin. Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş, hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglu û gelek kes tevlî konferansê bûn. Li cihê konferans hat lidarxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hat daliqandin.   Veysî Aktaş ku li ser mijara, ‘Di kêşeya Kurd de entegrasyona demokratîk û avakirina jiyana hevpar’ axivî û anî ziman ku ewvkonferans pir girîng e û wiha got: “Di girtîgehê de jî me li ser demokratîkbûna komarê gotûbêj dikir. Hevî dikim ew bibe rojeva Tirkiyeyê jî. Ji ber ku rojeva sereke demokratîkbûna komarê ye. Êdî dem hatiye ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî şênber bibe pêşveçûna pêvajoyê. Ev pêvajo ji aliyê birêz Devlet Bahçelî, bi peyamên birêz Abdullah Ocalan û bi îradeya birêz Serokkomar Tayyîp Erdogan û astengnekirina birêz Ozgur Ozel hat merhaleyekê. Birêz Devlet Bahçelî di meclisê de axivî û ji bo birêz Ocalan got bila rêxistinê fesih bike û were li meclisê biaxive. Ew bang ji bo şikandina heşmendiya berê pir girîng e. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku di 28ê Sibatê de bang li rêxistina xwe kir biryara fesîihkirinê girt û piştre jî PKKê kongreya xwe pêkanî û xwe fesih kir. Di salvegera bangê de birêz Abdullah Ocalan bangeke nû kir û got divê pêvajo vegihere qonaxa pozîtîf.”   ‘Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûne û ne jî pişaftine’   Veysî Aktaş destnîşan kir ku dibe ku ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê bibe şansê dawî û wiha pê de çû: “Ji bilî birêz Ocalan kes nikare vê bengê bike. Ew ji bo Tirkiyeyê pir bi girîng bû. Ji bo ew bang pêk were hewcehî heye ku herdu alî bi awayekî wekhev muzakere bikin. Lê mixabin hê jî tecrîd didome. Ji bo wê jî berpirsyarî dikeve ser milê dewletê ku bi wêrekî tevbigere. Heke bi wêrekî tevbigere wê pêvajo pêş bikeve. Rêxistin li pişt banga Serok e lê divê ew soza birêz Bahçelî dabû pêk were. Entegrasyona Demokratîk, Civaka Demokratîk û Komara Demokratîk bingeha pêvajoya demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Entegrasyona Demokratîk di nava li hev cuda bûn û tunehesibandinê de rêya 3'emîn a li ser esasê hevdu qebûlkirinê ye. Xwe dispere jiyaneke bi hev re û li ser esasê wekheviyê ye. Hemû nasname û baweriyên cuda bi nasnameya xwe tên naskirin. Her wiha wekheviya hemû gelan e. Entegrasyon ne bi zorê lê bi muzakere û demokrasiyê pêktê. Entegrasyon berovajî pişaftinê ye û li dijî sepanên li dijî demokrasiyê ye. Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûn e û ne jî pişaftin e.”   ‘Heke ev pêvajo pêk were dê Tirkiye bibe stêrka Rojhilata Navîn’   Veysî Aktaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk li ser 3 qanûnan pênase dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qanûna civaka demokratîk ew jî xwe dispere misogeriya destûra bingehîn, qanûna azadiya hemwelatiya wekhev û qanûna rêveberiyên herêmî. Ew qanûn weke qanûnên aştiyê jî tê pênasekirin. Heke ew qanûn pêk werin li şûna çekan wê siyaset bigire. Entegrasyona demokratîk û muzakereya demokratîk lihevkirinê dixwaze. Divê em peymaneke nû ya civakî pêkbînin. Ya ku pêdiviya Tirkiyeyê jî ew e ku hemû netew bi hev re di nava wekheviyê de bijîn û tu kes ji hevdu netirse û di nava wekheviyê de bijîn. Em tu êşên hatine jiyîn ji bîr nakin lê em bi tiştên qewimîne ve jî najîn. Di vê çerçoveyê de entegrasyona demokratîk ne ji bo komeke û demkî ji bo hemû welatiyan û pêşeroja Tirkiyeyê stratejiyeke. Heke ev pêvajo pêk were dê Tirkiye bibe stêrka Rojhilata Navîn."