Îdiaya li navenda rehabîlîtasyonê ya Êlihê destdirêjî: Ji TJA’yê banga lêpirsînê 2026-06-14 21:57:58   ÊLIH - TJA’yê der barê bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya li Êlihê diqewimîne daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Li gorî îdiayan hinek zarok û kesên astengdar ên ku li wê navendê xizmeta lênihêrîn û perwerdeyê dîtine rastî îstismara zayendî, tundiya fîzîkî û derûnî hatine. Em ê hesabê her cûre tundî û binpêkirina ku pêk tê bipirsin”   Li gorî îdiayan li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê gelek nelirêtiyên weke tacîz, tecawiz, tundiya kesên astengdar, tundiya li zarokan û li gelek nexweşan tundiya derûnî fîzîkî tên kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser van nelirêtiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxutaniya TJAyê de ev tişt hatin parvekirin: “Îdiayên derbarê tacîz û îstismara zayendî ya li Navenda Rehabilitasyonê ya Taybet a Şîfayê ku li Êlihê gihîştine ber destê me. Li gorî îdiayan hinek zarok û kesên astengdar ên ku li wê navendê xizmeta lênihêrîn û perwerdeyê dîtine, îstismara zayendî li wan hatiye kirin, tundiya fîzîkî û derûnî dîtine. Mekanîzmayên parastin û kontrolê yên pêwîst nehatine xebitandin û hatiye xwestin ku ser van bûyeran bên girtin.   Di serdemeke wiha de tundiya ku li ser jinan, îstîsmara zarokan û tundiya civakî wekî polîtîkayeke şerê taybet roj bi roj mezin dibe. Nirxandina van bûyeran wekî ‘bûyerên yekane’ tê wateya veşartina rastiyê. Polîtîkayên bêcezatiyê yên ku tundiyê diparêzin, bêkontrolî û feraseta ku li şûna parastina jiyanê, kontrolkirina jiyanê esas digire. Beşên civakê yên ku li hemberî binpêkirina mafan bêparastin hatine hiştin, di serî de zarok û kesên astengdar dikin hedef.   Em dipirsin:   *Li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Taybet a Şîfayê ya Êlihê çi qewimiye?   *Gelo îdiayên ku gihîştine ber destê me rast in?   *Gelo îhmal û bêkontrolî heye?   *Gelo derbarê bûyerê de lêpirsîneke hatiye destpêkirin?   *Gelo saziyên ku berpirsiyar in ji bo dabînkirina ewlehiya zarok û kesên astengdar, berpirsiyariya bi cih anîne?   Em bi taybetî her cûre tundî, îstismar û binpêkirina mafan a ku li ser zarokên astengdar û kesên ku xizmeta lênihêrînê werdigirin tê meşandin teşhîr dikin û em bi raya giştî re parve dikin. Û em ê bibin şopdarê vê bûyerê. Em daxwaz dikin ku hemû aliyên tiştên qewimîne werin ronîkirin, lêpirsîneke serbixwe û zelal bê destpêkirin. Da ku berpirsiyar hesab bidin û mekanîzmayên kontrolê yên giştî û mafên zarokan esas digirin werin avakirin.   Li dijî tundî, îstismar û bêcezatiyê em ê parastina ewlehî, maf û jiyana zarokan, kesên astengdar û hemû beşên dezavantaj bikin. Em ê hesabê her cûre tundî û binpêkirina ku pêk tê bipirsin.”