Dayikên Şemiyê: Bila winda werin dîtin 2026-06-20 13:21:22   STENBOL - Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 1108'emîn de li aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan di 10 Hezîranê sala 1994'an de hatibû binçavkirin û paştre hatibû kuştin pirsîn û û gotin: Yên ku Mûrat winda kirine nehatin darizandin.   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1108'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayik/Mirovên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Di hefteya 1108'emîn de li aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan hatibû windakirin hate pirsîn.   Metna daxuyaniyê ya Tirkî Hevseroka Giştî ya ÎHD'e Oya Ersoyê xwend.   Oya Ersoy diyar kir ku ew di hefteya 1108emîn de pêşiya bariyerên polîsan ku wan ji Qada Galatasarayê qût dike ne û wiha axivî: “Em dîsa dibêjin di dozên kesên ku hatine windakirin de bi pergala hiqûqê ya heyî nayê çareserkirin. Ji ber ku zincîra bêcaza hiştinê pergala dadê ji meriyetê derxistiye. Em di hefteya 1107'emîn de rewşa Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan hatibû revandin dipirsin. Mûrat Aslan di 25 saliyê xwe de, 10 Hezîrana 1994'an de li navçeya Yenîşehîra Amedê hate revandin. Li gorî çavkaniyan Mûrat ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dane nasîn hate revandin. Malbata Mûrat serî tevahî saziyên fermî da lê revandina wî hate înkarkirin.”   Oya Ersoy destnîşan kir ku piştî 10 salan bi itîrafên endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan rastî derket holê û got: “Di Fermandartiya JÎTEM'ê ya Silopiyê de îşkeceyê li Mûrat Aslan dikin, paşê jî Mûrat Aslan dibin Licê û li wir tê kuştin û veşartin. Di 19ê Nîsana sala 2004'an de li gorî itîrafên Abdulkadîr Aygan cenazeyê Mûrat Aslan hate dîtin. Malbat ji bo 30 kesan gilî kir lê tevahî delîlan jî kiryar nehatin darizandin. Kesên ku Mûrat winda kirin nehatin pêşiya edaletê. Di hefteya 1108'emîn de bang dikin doza Mûrat Aslan bi awayekî baş bimeşînin. Ji bo Mûrat bila edalet bê bicihanîn. Çend sal derbas bibe bila bib em ê herdem li aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.