Li Sûdanê tundiya zayendî ya beramberî jinan zêde dibe 2026-06-30 14:37:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina mafên mirovan hişyariyê dide ku li Sûdanê tundiya zayendî ya girêdayî şer êdî ne bûyerên yekane ne, lê di her pêleke şer de wekî amûrekî dubarebûyî tên bikaranîn.   Bi berdewamiya şer re, jinên li Sûdanê rûbirûyî tundiyeke her ku diçe zêdetir dibe tên. Gelek ji wan dibin qurbaniyên binpêkirinên giran ên wekî tundiya zayendî û koçberkirina bi darê zorê. Ji ber tundiyê jî jin di bin siya lawaziya parastinê û nebûna berpirsiyariyê de dimînin. Her wiha ew bûne navenda krîza mirovî ya giran ku li welat rû dide.   Raporeke nû ya mafên mirovan hişyariyê dide ku li Sûdanê tundiya zayendî ya girêdayî şer êdî ne bûyerên yekane ne, lê di her pêleke şer de wekî amûrekî dubarebûyî û sîstematîk tê bikaranîn. Rapor bang dike ku ji bo parastina jinan û rûbirûbûna şerma civakî (stigma) stratejiyên nû werin mîsogerkirin.   Raporeke nû ji bo jinên Sûdanê: Tundî jêneveger e   Ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan (Rights for Peace) ve bi hevkariya Navenda Jin, Aşitî û Ewlehiyê ya Zanîngeha Londonê ya Aborî û Zanistên Siyasî (LSE) duh raporek hat weşandin.   Ev rapor di bin navê ‘Tundiya Zayendî ya girêdayî şer ne tiştekî jêveneger e: Ji bo rêgirtina li tundiya Zayendî li Sûdanê stratejiyên li ser bingehê rizgarbûyan’ hat amadekirin. Raporê hişyarî da ku tundiya zayendî ya li Sûdanê êdî ne tenê bûyerên ji hev qutkirî ne; ew di her pêleke şer de veguheriye şêwazekî dubarebûyî. Ev yek di demekê de tê ku bêcezakirina kujer û sûcdaran berdewam dike û parastina jin û keçan gelekî lawaz e.   Bangawaziya ji bo têkoşîna li dijî şerma civakî   Rapor bang dike ku stratejiyên li ser bingehê parastina kesên rizgarbûyî werin pejirandin, berpirsiyarî were xurtkirin û serokên herêmî, olî û civakî tevli têkoşîna li dijî stigma (şerma civakî) bibin; ji ber ku ev şerm rê li ber gelek qurbaniyan digire ku giliyên xwe bikin an daxwaza piştgiriyê bikin.   Şer diguhere, çarenûsa jinan naguhere: Sûcekî dubarebûyî   Raporê xwe spartî hevpeyvînên li gel jinên Sûdanî yên rizgarbûyî ye ku niha li Çad, Uganda û Sûdana Başûr wekî penaber dijîn. Hat diyarkirin ku tundiya zayendî ya girêdayî şer, sûcekî dubarebûyî ye û bi şerên li pey hev ên li Sûdanê ve girêdayî ye.   Her wiha hat destnîşankirin ku hin jinên ku di vê şerê niha de rûbirûyî binpêkirinan bûne, berê jî di şerên borî de bûbûn qurbaniyên heman kiryaran. Raporê pêşniyar kir ku hişmendiya civakî were bilindkirin, rola serokên eşîrî û olî di kêmkirina şerma civakî û îzolasyona ku jinên rizgarbûyî pê re rûbirû dibin de were xurtkirin; mafê wan ê parastinê, piştgiriyê û edaletê were mîsogerkirin.   Şêwazên belgekirî yên tundiyê   Li gorî raporê, ev şêwazên ku hatine belgekirin bi her awayî mîna rewşên tundiya zayendî yên li eyaleta El-Cezîre ne ku ji destpêka şer ve di 15’ê Nîsana 2023’yan de hatibûn tomarkirin. Çi ji aliyê rêbazên pêkanîna sûcan û şert û mercên wan ve, ku êrîşên li ser sivîlan, girtina ser malan, koçberkirina bi darê zorê û talankirina cihên penaberiya niştecîhan li xwe digire.   Bêcezakirin rê li ber sûcan vedike: Banga edalet û piştgiriya derûnî   Raporê eşkere kir ku nebûna edaletê û xwekurtkirina sîstema bêcezakirinê, sedema sereke ya dubarebûna van sûcan e. Di raporê de tekezî li ser pêwîstiya lêkolînên serbixwe û bilez hate kirin da ku hemû berpirsiyarên van binpêkirinan pêşkêşî edaletê werin kirin.   "Divê gihîştina kesên rizgarbûyî ji bo xizmetiyên tendurustî, derûniya civakî û yasayî were ewlekirin û nêzîkatiyek were girtin ku qurbanî û rizgarbûyan bixe navenda hewldanên belgekirin û hesabpirsînê."