Beramberê hezar kîlometre rê 40 deqe ye 2026-07-04 09:03:54   Rabîa Onver-Dîlan Babat   COLEMÊRG - Ji bo dayikekê carinan beramberê hezar kîlometre rê 40 deqe ye. Malbatên ji bo zarokên xwe bibînin dikevin rê diyar dikin ku bajarên dûr hem wan hem zarokên wan ceza dike.   Xizmên girtiyan ji bo zarokên xwe bibînin bi hezaran kîlometre rê diçin û di dawiya rê de hevdîtineke 40 deqeyî heye. Rêyên girtîgehan êdî ne tenê hesret, dibin navnîşana mirin û birîndarbûnê. Malbatên ji bo zarokên xwe dikevin rêyên dirêj di rê de qezayan dikin û bi canê xwe bedel didin.   Li Gever a Colemêrgê dayikên ku bi salan e ji bo zarokên xwe bibînin di rêyan de zor û zehmetiyên dikşînin vegotin.   'Tu sûcê keça min tune ye'   Mehsîma Yaşar da zanîn ku keça wê Remziye Yaşar berê jî di navbera 2009 û 2015’an de hatiye binçavkirin û girtin û got: “Dema keça min Remziye Yaşar girtibû gelek caran surgunê girtîgehên din kirin. Piştî keça min hat berdan di xebatên partiyê de cih girt û piştre bû hevşaredar. Li Geverê dest bi peywirê kir 6 mehan peywira xwe kir. Bi ser mala me de girtin. Dema bi ser malê de girtin Remziye li Enqereyê bû. Keça min niha 7 sal in girtiye. Di rûniştina ewil de hat berdan, lê piştre dîsa hat girtin. Tu sûcê keça min tuneye. Sûcê wê hevşaredarî ye. 18 sal ceza lê birîn.”   ‘Em evqas rê ji bo 40 deqeyî diçin’   Mehsîma Yaşar got keça wê surgunê Colemêrg, Wan û Xarpêtê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Em her cara diçûn hevdîtinê me pirsgirêk dijiya. Girtîgeh dûr in. Bi taybet zivistanê zehmet e. Carinan em sê mehan naçin. Ev 16 sal in ez di riya girtîgehan de me. Di her çûyînê de bi saetan li otogarê disekinim. Em hevqas rê ji bo 40 deqeyî diçin. Li hundir li zarokên me li derve jî li malbatan zilmê dikin. Gardiyan di têketinê de zextan dikin. Di hevdîtinê de zextan dikin. Bi van zext û zilman dixwazin em neçin hevdîtinan. Zarokên me surgunê cihê dûr dikin. Keça min du caran emeliyat bû lê agahî nedan me. Di hevdîtina telefonê de agahî dan me. Tiştek bi keça min bihata wê kê hesab bidana. Zilmê li me dikin.”       ‘Wê ev zilm heta ku derê bidome?’   Gulbeyaz Mihçi jî destnîşan kir ku kurê wê Mehdî Mihçi 4 sal in girtiye û dema hatiye binçavkirin îşkenceyên giran lê hatine kirin û got: “Di dema binçavkirinê de sîxurî lê hat ferzkirin û tehdîdkirin. Bi tehdîda ‘em ê malbata te bikujin’ tehdîd kirin. Me hefteyekê agahî jê negirt. Îşkenceyên giran lê kirin. Kurê min du salan li girtîgeha Sîlîvriyê ma. Piştre surgunê Sîncanê kirin. Niha di hucra yek kesî de dimîne. Her tim ceza didinê. Nikare telefonê me bike. Ev du meh in em nikarin bi telefonê biaxivin. Dûr e em nikarin biçin. Em rewşa wî jî nizanin. Ev zilm wê heta ku derê bidome?”   ‘Malbat di rê de qezayê derbas dikin û jiyana xwe ji dest didin’   Gulbeyaz Mihçi daxuyakirin ku ji bo hevdîtinê bi saetan diçin û got: “Hevdîtin saetek e lê wek deqeyekê derbas dibe. Bi zanebûn zarokên me dûr dibin. Dixwazin me jî wan jî ceza bikin. Malbat di rêyan de qezayê dikin û jiyana xwe ji dset didin. Di hevdîtinê de gardiyan zextan dikin. Bila dest ji vê zilmê berdin.”   ‘Înfaza kurê min tê taloqkirin’   Gulşen Geylanî da zanîn ku kurê wê Samî Geylanî li Qoserê hatiye binçavkirin û wiha pê de çû: “Wek her kesî îşkence li kurê min jî kirin. Sîxurî li kurê min ferz kirin. Em çûn qerekolê kurê min nîşanê me nedan, gotin sîxurtiyê qebûl bike em ê nîşan bidin. Bi salan e min kurê xwe nedîtiye. 5 deqe nîşan dan piştre sewqî dadgehê kirin. Îşkenceyên giran lê kiribûn. 15 sal ceza li kurê min birîn. 17 sal in girtiye. Înfaza wî her tim tê taloqkirin. Ji bo hevdîtina kurê xwe diçûm Çorumê, 2 rojan di rê de dimam. Min got bila kurê min bînin cihekî nêz. Lê wan her carê dûr birin. Em pirsgirêkan dijîn. Di hevdîtina 40 deqeyî de bi dehan carî lêgerînê dikin. Di rêyan de malbat qezeyan dikin. Bi zanebûn wisa dikin. Dixwazin malbat zehmetiyan bikşînin.”