Dema binçavkirina rojnemeger Berfîn Ay hat dirêjkirin 2026-07-06 13:51:00   ŞIRNEX - Binçavkirina Gerînendeya Karên Nûçeyan a Azadiya Welat Berfîn Ay 24 saetan hat dirêjkirin.   Polîsan Gerînendeya Karên Nûçeyan a Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay duh li Deriyê Sînor ê Xabûrê binçav kirin û piştre ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.   Berfîn Ay îro sewqî Dozgeriya Komarê ya Şirnex hat kirin. Dozgerî dema binçavkirina rojnameger Berfîn Ayê 24 saet din dirêj kir.   Herwiha hat hînbûn ku Rojnemevan Berfîn Ay ji ber lêpirsînek 3 sal berê hatiye destpêkirin, hatiye binçavkirin.