11’ê Tîrmeha 2025: Endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe şewitandin 2026-07-11 09:02:17   Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27’ê Sibatê de kir şûnde, PKK’ê di 5-12’yê Gulanê de 12’yemîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da.  Piştî vê di 11’ê Tîrmehê de bi Pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê 30 gerîlayî li Silêmaniyê lî şikefta Casenê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û hûnermendî şahidiya dema dîrokî kirin.   Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokêş de pêk hatine wiha ne:   1877: Kate Edger di 6’ê Çileya 1857’an de li Ingilistanê hat dinê û di 1882’yan de bû midura yekem a Koleja Keçan. Kate ji bo ku mafê dengdanê ji jinan re bê dayîn têkoşîn da û heta sala 1930’’î di nava Yekitiya Jinên File de jî cih girtiye. Kate di 6’ê Gulana 1935’an de li Zelandaya Nû jiyana xwe ji dest da.   1921: Li eyaleta Wîsconsîn a DYA’yê “Qanûna Parastina Mafên Jinan” hat qebûlkirin.   1973: Li Fransayê Lijneya Bilind a Agahdarkirina ji Zayendê, Kontrola Zayînê û Perwerdeya Malbatê hat damezrandin.   1993: Li Stenbolê bi tevlibûna jinên di pişeyên cuda de dixebitin “Komxebata Jininên Kedkar” hat lidarxistin.   2018: Dadgeha 9’emîn a Cezayê bilind a Amedê ku derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê de biryara tehliyekirinê dabû vê  carê jî bi dengdayîneke hevpar biryara girtina wê da.     2019: Ji bo  serokaktiya nû a Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Rewas Feyaq hat hibijartin.   2020: Li dijî efûya ji bo gûmanbarên êrîşa zayendî û betalkirina Peymana Stenbolê di pêşengiya Platforma Jinan de li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.     2023: Li navçeya Mergeda ya girêdayê Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye di sala 2017'an de ji DAIŞ'ê ji hêla Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ve (QSD) ve hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê Kongra Star li cihê ku ereb dijîn ango Mergedayê ji bo avakirina wekheviya di nava civakê de "Mala Jin" vekir.