Rojnamevan Duzen Tekkal hêjayî xelatê hat dîtin 2026-07-11 16:40:09   NAVENDA NÛÇEYAN - “Xelata Navneteweyî ya Zimanê Şîn” ku her sal li Elmayayê ji bo kesayetiyên wêrek tê dayîn, îsal ji rojnamevan û çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal re hat dayîn.   Rojnameger û çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal a li Elmanyayê dijî, hêjayî Xelata Navneteweyî ya Zimanê Şîn (Die Blaue Zunge) ya her sal ji bo kesayetiyên wêrek ên bandorek erênî li ser civakê dikin tê dayîn, hat dîtin.   Duzen Tekkal a di merasîma ku li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi amadebûna zêdetirê 15 hezar kesan hat lidarxistin de xelat girt, di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li Rojhilata Navîn û banga bêdengbûna li dijî bêdengkirina dengê kesên azad kir.   Duzen Tekkal piştî merasîma xelatdayînê axivî, wiha got: “Ez dizanim ku ez li ser navê 50 milyon Kurd, milyonek Êzidî û tevahiya mirovahiyê li wir bûm.”