60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê 2026-07-13 16:47:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku rejîma Îranê 60 girtiyên jin ji Girtîgeha Qerçekê veguhest Girtîgeha Evînê. Ji ber vê çendê di nava girtîgehê de alozî derket, hêzên rejîmê jî êrîşî ser girtiyên jin kirin.   Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a girêdayî DYE’yê (Human Rights Activists News Agency- HRANA) têkildarî rewşa jinan a li girtîgeha Evînê agahiyan parve kir.   Li gor agahiyên hatine parvekirin, duh nêzî 60 girtiyên jin ji Girtîgeha Qerçek ji bo Girtîgeha Evînê hatin veguhestin. Ji ber vê çendê girtiyan nerazîbûn nîşan dan.   Hatiye diyarkirin ku piştî girtiyan li dijî veguhestinê û qerebalixiya li girtîgehê nerazîbûn nîşan dane, gardiyanan êrişî ser girtiyan kirine. Gefa ji hev qutkirinê li girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn kirine. Her wiha du girtiyên bi navên Mehsa Nurî û Fereh Nesacî şandin hucreya takekesî.   Her wiha hatiye diyarkirin ku gardiyanan li girtiyên bi navê Gilare Ebasî û Dunya Husênî dane. Her wiha hatiye gotin ku tevî berpirsên girtîgehê soza çareserkirina pirsgirêkan dane, lê hîna jî ti guhertin neketiye rewşê.