Konferansa 'Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk' li Şengalê destpê kir 2026-07-15 10:31:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" li Şengalê destpê kir. Konferans ji bo pêkanîna edaletê û entegrasyona demokratîk ji bo Şengalê girîng tê dîtin.   Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê di bin dirûşmeya "Edaleta veguhêz wê bibe bingeha entegrasyona demokratîk" li Şengalê konferansekê lidar dixe. Rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvanan, nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên olî jî di nav de nêzî 200 kes ji Şengalê, Silêmanî, Memxûr, Mûsil, Bexda, Kerkûk, Hewlêr, Dihok û Ewropayê beşdarî konferansê bûn.   Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên fermanê destpê kir. Piştre ji aliyê oldarê Êzidî Mam Bedel ve beytên ji qewlên Êzidiyan hatin gotin.   Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên destpêkê axivî. Azad Hisên bal kişand ser girîngiya konferansê û got: "Konferanesek wisa li ser axa Şengalê were lidarxstin ev berhemê xwerêvebirin û xwe parastina gelê me ye. Em di qonaxeke dîrokî de ne. Ev konferans ne tenê ji bo bîranîna êşên me ye, di heman demê de ji bo avakirina edaletê û pêkanîna entegrasyoneke demokratîk e ku civaka me biparêze. Edaleta veguhêz, kilîda çareseriya birînên me û bingeha jiyaneke azad e. Pêwîste em bi hişmendiya demokratîk bersiva hovîtiya fermanê bidin û bi rêya vê konferansê nexşerêya paşerojeke bi rûmet ji bo gelê xwe diyar bikin."   Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad jî beşdarî konferansê bû. Zeynep Murad konferans li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û destnîşan kir ku ev konferans di demeke gelek dîrokî de tê lidarxistin û got: "Bi hatina salvegereka fermanê re birînên me carekî din xwe nû dikin. Di dîrokê de û nihe jî em her dem bi êşên gelê xwe yê Êzidî rene. Nihe jî li ser axa Kurdistanê û Rojhilatan Navîn şer tên meşandin û amadekariyên şerên mezin tên kirin. di nava van pilan û şera de em daxwaz ji hekûmeta Iraqê dikin ku mafê gelê me yê Êzidî nas bikin ji bo ku carekî din fermanên nû jiyan nekin."   Piştî axaftinan, sînevîzyonek derbarê ferman û kiriyarên li ser civaka Êzidî hatin meşandin, hate nîşandan.   Di konferansê de sê panelên sereke hatin diyarkirin ku tê de gelek pispor û lêkolîner beşdarin:   Panela 1: Rastiya Fermanê   Heso Birahîm: Ferman di dîrokê de.   Sara Şengalî (Endama Akademiya Jineolojî): Ferman û Jin.   Eldîn Qûlo (Rewşenbîr û Nivîskar): Bandora fermanan li ser çandê.   Panela 2: Jenosîda 2014 û Lêgerîna Edaletê   Nasir Kirêt (Şêwirmendê Parlementoya Başûrê Kurdistanê): Qanûna Jenosîda Navnetewî û sedemên ne tevlîbûna Iraqê ya deklarasyona Romayê.   Xeyrî Elî Îbrahîm (Serokê Rêxistina Petrichor): Rewşa gorên komî, belgeyên hovîtiya DAIŞ’ê û mafê malbatên qurbaniyan.   Samya Şengalî (Rojnamevan û Aktîvîst): Bandorên jenosîdê li ser psîkolojiya civaka êzidî.   Xelef Qasim (Hiqûqnas): Qirkirina êzidiyan di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî de.   Panela 3: Entegrasyona Demokratîk   Kendal Şengalî (Endamê Akademiya Zanista Civakî ya A. Ocalan): Entegrasyon, dewlet û civaka demokratîk.   Besê Şengalî (Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê): Di entegrasyona demokratîk de rola jinê.   Xwedêda Elyas (Hevserokê Komînên Şaredariyan): Demokrasiya xwecihî.   Konferans bi danûstandinên panêlan û xwendina peyamên ku ji derveyî Şengalê hatine şandin dewam dike.