Li ber Meclîsa Tirkiyeyeyê li dijî ‘Qanûna Zarokan’ daxuyanî 2026-07-16 16:19:26   ENQERE - Parêzvanên mafên zarokan li ber deriyê Dîkmenê yê Meclîsê li dijî pêşnûmeya "Qanûna Zarokan" nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku girankirina cezayan û şandina zarokên 12 salî bo girtîgehan ne parastin e.   Parêzvanên mafê zarokan li ber deriyê Dîkmenê yê Parlamentoyê li dijî ‘Qanûna Zarokan’ ku cezayên giran ji bo zarokan pêşbînî dike, daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Di daxuyaniyê de panqerta bi nivîsa ‘Ev ne qanûna parastina zarokan e, qanûna devjêberdanê ye’ hate daliqandin.   ‘Rêya parastina zarokan ne zêdekirina cezayan e’   Bûşra Çelik, daxuyanî da, destnîşan kir ku girankirina cezayên ji bo zarokên ku dikevin pergala edlî, darizandina zarokan mîna mezinan û bêparkirina bêtir zarokan ji azadiya wan nabe çareserî û wiha got: “Li Meclîsê, di komîsyona lêpirsînê de û di qada giştî de, me daneyên zanistî, standardên navneteweyî û rastiyên li ser erdê anî ziman. Me gelek caran gotiye ku rêya parastina zarokan ne bi zêdekirina cezayan, bi mekanîzmayên piştgirî û pêşîlêgirtina civakî ye. Îro em dibînin ku ti pêşniyarên me nehatine berçavgirtin.”   ‘Ev ne polîtîkayek parastina zarokan e’   Bûşra Çelik, bertek nîşanî cezakirina zarokan wek meseleyeke ewlehiyê dîtin da û destnîşan kir ku Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî pêşniyar kiriye ku Tirkiye temenê berpirsiyariya cezayî bigihîne herî kêm 14 salî, lê li Tirkiyeyê şandina zarokên 12 salî ji bo girtîgehên girtî tê nîqaşkirin û wiha got: “Zarokek 12 salî hîn jî di temenê perwerdehiya mecbûrî de ye. Her çend dewlet ferz dike ku zarok li dibistanê bimînin jî, ew di heman demê de derxistina wan ji dibistanê û şandina wan ji bo saziyên girtî wekî çareseriyek pêşkêş dike. Ev qanûna pêşniyarkirî ku pêşbînî dike ku zarok wek mezinan werin darizandin, pergala edlî zarokan ber bi nêzîkatiyek cezakirinê ve dibe û têgeha zarokatiyê dixe ber nîqaşan. Ev ne polîtîkayek parastina zarokan e; ev polîtîkayek devjêberdana zarokan e.”   Girtîgeh bi zarokan tê tijî kirin   Bûşra Çelik, diyar kir ku encamên qanûnê hê qanûna derneketî tê dîtin û rapora Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê ya li ser serdana wan a li Girtîgeha Sererastkirinê ya Zarok û Ciwanan a Karatepe ya Tekîrdagê bi bîr xist û da zanîn ku li gorî raporê, 432 zarok di saziyê zarokan ên kapasîteya wê 288 zarok de tên ragirtin û got: “Girtîgehên zarokan, heta berî ku qanûn were derxistin, tije dibin. Em dipirsin: Ger girtina bêtir zarokan çareserî be, çima girtîgehên zarokan tije dibin? Ger cezayên giran kar dikin, çima hejmara zarokên ku berbi sûcan ve tên birin kêm nabe? Ger ev polîtîkayek parastinê be, çima zarok hîn jî nayên parastin? Ji ber pirsgirêk ne zarok in.”   Çima zarok dikevin pergala edlî?   Bûşra Çelik diyar kir ku sedemên ku zarok dikevin pergala edlî xizanî, tundiya navmalî, dev ji perwerdehiyê berdan, xizmetên civakî yên nebaş û îhmalkirin, destavêtin û tundiya ku zarok pê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Nîşandana zarokan wek kiryarê van pirsgirêkên pergalî û lêgerîna çareseriyan di girtîgehê de, tê wateya ku dewlet dev ji erkê xwe yê parastina zarokan berdide. Ev nêzîkatî berpirsiyariya giştî nedîtbar dike û di heman demê de dihêle ku zarok bedela wê bidin. Em pêşniyar dikin ku zarok di polên dibistanê de bin, ne di hucreyên girtîgehan de; ji bo ew werin piştgirîkirin, ne ku werin cezakirin; ji bo mafên wan bên garantîkirin, ne ku ji azadiya wan bên bêparkirin. Em pêşniyar dikin ku pergala edlî  zarokan bi nêzîkatiyek li ser bingeha mafan, sererastker, veguherîner û parastinê ji nû ve were avakirin.”