Li Balîsanê mirina bi guman a jinekê 2026-07-22 14:54:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Balîsanê doh bi şev jinek ji bilindahiyê ket û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina bi guman lêpirsîn hate destpêkirin.   Li gorî ajansa Rojnewsê cîgirê rêveberê nexweşxaneya Balîsan Ferhad Ezîz ragihand ku doh bi şev jinek ciwan a bi navê Xelat Rehman (24) ya xelkê gundê Şîre ya ser bi Balîsanê, ji çiya de ketiye xwarê. Ferhad Ezîz diyar kir ku Xelat Rehman ji ber giraniya birînên xwe her li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.   Ferhad Ezîz da zanîn ku li gorî gotinên kesûkarên qurbaniyê derûniya Xelat Rehman xira bû û şeva bihurî saet 10:00’an de winda bûye û piştre di encama lêgerînê de di saet 02:00’an de cenazeyê wê hatiye dîtin.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.   Hêjayî gotinê ye ku gelek doz û bûyerê mirinên bi guman ên jinan li dadgehan bê çarenûsmayî hene. Hinek jê bêyî encam têne veşartin, hinek jî bi hincetên cuda têne girtin.