ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-26 09:00:00     *Aktîvîsta TJA’yê Nesrîn Akgul hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin û nîqaşên ‘qanûna mayînde’ nirxand û da zanîn ku pêvajo ji burokrasiya ewlehiyê re nikare bê hiştin û ji bo aştiyeke mayînde divê di zemîna meclîsê de ewlehiya hiqûqî pêk bê. DÎMEN HEYE   *Jinên li Qubînê bi sewalkarî û keda demsalî jiyana xwe didomînin, diyar kirin ku tevî keda ku bi salan e didin, xizanî didome. Jinan diyar kirin ku şer, koçberî, betalbûn û bêewlehî bandorek mezin li jiyana wan dike û gotin: “Ji bo zarokên me  têr bin em birçî man. Me beramberê keda xwe negirt.” DÎMEN HEYE