Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Ji bo statûya şengalê têkoşînê geş bikin 2026-08-03 11:58:29     ENQERE Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya salvegera qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê, daxuyanî da û got, “Em ê ji bo dîtina jin û zarokên winda yên Êzidî, darizandina faîlan û mîsogerkirina statuya Şengalê têkoşîna xwe geş bikin.”   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em jiyana nû ya ku li dijî Fermana 74’an li Şengalê bi pêşengiya jinan tê avakirin, silav dikin. Civaka Êzidî ji rabirdûyê heta îro bûye hedefa êrîşên qirker ên hêzên desthilatdar. Fermana 74’an a ku 3’yê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve pêk hat, êrîşeke qirkirinê bû ku armanc dikir Şengalê û gelê Êzidî tune bike.”   Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hedefa herî mezin a vê qirkirina ku bi hezaran Êzidî lê hatin qetilkirin, jin bûn. Bi hezaran jin li bazarên koleyê hatin firotin, qetilkirin û windakirin. Em di salvegera 12’an a qirkirina li dijî hebûn û baweriya gelekî de, qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin.   Em soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo jiyan û mafê bi hezaran jinên ku aqûbeta wan hîna nayê zanîn, têkoşîna xwe geş bikin. Em hişyarî didin hêzên ku dixwazin qirkirinê bi rêbazên cuda bidomînin. Hûn ê li dijî têkoşîna gelê Êzidî û jinên Êzidî têk biçin.   Dîroka civaka Êzidî tevî fermanan jî dîroka hebûn û berxwedanê ye. Têkoşîna jinên Êzidî ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê, di heman demê de têkoşîneke azadiyê ya li dijî tundî, mêtingerî û desthilatdariya mêr e. Li Şengalê jiyana nû ya bi pêşengiya jinan hatî avakirin, nîşaneyeke xurt a berxwedana li dijî qirkirinê, îradeya avakirina siberojeke wekhev û azad û israra di jiyana demokratîk de ye.   Di salvegera 12’an a qirkirinê de, em piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ya jinên Êzidî ya bi şîara ‘Ji bo Edalet û Azadiyê – Tu jî Bibe Dengê Girtiyên Fermanê’, em xwedî li daxwazên kampanyayê derdikevin û em ê piştevaniya xwe mezin bikin.   Em soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo dîtina jin û zarokên winda yên Êzidî, darizandina faîlan û mîsogerkirina statuya Şengalê têkoşîna xwe geş bikin.   Em banga xwe ya ji bo 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyên Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Jenosîdê’ were qebûlkirin, dubare dikin.”