Li Stenbolê der barê Qirkirina Êzidiyan de daxuyanî 2026-08-03 21:42:07   STENBOL-Bi pêşengiya TJA’yê der barê salvegera qirkirina Êziiyan de li Qada Aksarayê daxuyanî hat dayîn.  Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya 12’emîn êrîşa qirkirinê ya ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an d eli hember Êzidiyên Şengalê pêk anî de, li Qada Aksaray a Stenbolê daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û gelek jin tevli bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Me Şengal ji bîr nekiriye em nadin jibîrkirin’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê bi Kurdî endama Komeleya Lêkolîna Kurdî  Rojbîn Dag, ya Tirkî jî aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu xwend. Daxuyanî bi dirûşmmeyên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.