Tevî êrişan dest ji gund berneda 2026-08-07 09:04:42   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Narinç Onver ya ji gundê Deloqan a Qilebanê ku tevî hemû zext û ferzkirina cerdevaniyê axa xwe terk nekir wiha got: “Tevî hemû êşê min gundê xwe terk nekir.”   Di salên 90’î de ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember Kurdan hatin meşandin gelek gund hatin valakirin û şewitandin. Li gorî raporên mafên mirovan ji 3 hezarî zêdetir gund hatin tunekirin û bi mîlyonan kes ji cihê xwe hatin kirin.   Li her derê Kurdistanê gund hatin şewitandin. Gundê Deloqan a Qileban a Şirnexê jî di salên 90’î de hat valakirin, şewitandin. Narinç Onver ya 80 salî ku şahidiya wê demê kir der barê wan salan de axivî.   Qetilkirin, girtin û mirin…     Narinç Onver ya diyar dike ku gundê wan navbera 1993-1994’an de tê şewitandin û piştî vê neçar dimînin derkevin. Narinç Onver wiha got: “Hinek gundî çûn Iraqê, hinek çûn bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Em neçûn cihekî. Em li vir man. Ez bi malbata xwe re 6 salan tenê li vir mam. Tevî hemû êş û zextan ez li vir mam. Berê em hemû li vir ligel hev dijiyan. Lê mirin, qetilirin, girtin çêbûn. Her kes belav bû. Piştî 10 salan şûnde mirov hêdî hedî hatin û çûn.”   Tevî êrîşan dest ji gund berneda     Narinç Onver destnîşan kir ku wê demê kes li gund nemaye û ev tişt bi lêv kir: “Ber bi êvaran em diçûn malên xwe me deriyên hemû hemû digirtin. Me paçeyên xwe digirtin. Ji bo lambeyên me neyên ferqkirin me paceyên xwe bi betaniyan digirtin. Dema ku ronahî ferq bikirina leşkeran gule direşandin. Bi sedan gule îsabetê  xaniyê me dibûn. Lê me bi awayekî ew roj derbas kirin. Zarokên me wê demê biçûk bûn. Me pir zor û zehmetî kişand.”   Cerdevanî hat ferzkirin     Narinç Onver anî ziman ku li gundiyan cerdevanî dihat ferzkirin û wiha domand: “Hemû mêrên gund kom dikirin dibirin cihekî. Digotin ‘hûn nebin cerdevan em ê we gulebaran bikin’. Jin û zarok digiriyan. Du xizmên me hatin qetilkirin. Ji ber li gundê me qet cerdevan tunebûn, pir zilm li me kirin. Çend salên dawî em vegeriyan gundê xwe û me dest bi çêkirina xanî kir. Zilm hîna jî didome.”   Balkişand ser pêvajoyê     Narinç Onver balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha bi lêv kir: “Niha pêvajoyek aştiyê heye. Hêvîdarim bigihêje serkeftinê. Aştî pêk bê ez ê sedeqeyê bidim. Bila her kes jiyanek rehet bijîn. Me pir zor û zehmetî kişand. Ji ber vê em êdî aştiyê dixwazin em jiyanek aram dixwazin.”