Bi kameraya xwe di dîrokê de cih girt: Denîz Firat 2026-08-07 09:06:35   Rabîa Onver   WAN - Denîz Firat ku di qadên herî dijwar ên şer de berê kameraya xwe da heqîqetê û şahidiya jin, zarok û gelê berxwedêr kir, 12 sal berê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin. Denîz Firat bi gotinên xwe yên "Hûn biçin ez bi kamereya xwe şer dikim", ji nûçegîhaniya şer wêdetir, bû manîfestoya polîtîk a parastina heqîqetê.   Denîz Firat ku di kevneşopiya têkoşîna rojnamegeriya jinên Kurd de cihekî girîng digire, ne tenê rojnamegereke ku li pey nûçeyan biçe bû. Wê kedkareke heqîqetê ya li dijî sansur, polîtîkayên şer, serdestiya mêr têkoşîn dimeşand bû. Berê objektîfa xwe da hilweşîna şer, avabûna berxwedanê û meşa azadiya jinan û bû dengê bindestan, ligel heqîqeta wan cih girt.   Denîz Firat, di sala 1984'an de li gundê Xecê Xatûn ê navçeya Ebexa Wanê ji dayik bû. Ji ber ku gund di navbera sînorên Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de bû malbat gelek caran bi êriş û zilma dewletan re rûbirû dima. Ji ber zextên zêde di sala 1990'an de Denîz Firat bi malbata xwe re berê xwe da bajarê Maku yê rojhilatê Kurdistanê. Piştî demek kurt ji Makuyê jî derbasî Urmiyê dibin. Dûrê mayîna wan a li bajarê Urmiyê jî dikeve xeteriyê û vê carê jî berê xwe didin çiyayê Xakurkê.    Dengê gelan bi cîhanê da bihistin   Denîz Firat di sala 2007'an de derbasî xebatên çapemeniya jinê dibe. Denîz Firat demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan a ku li Qadên Parastina Medya tê çapkirin û ji bo radyoya Dengê Welat bernameya Rojeva Jinê çêdike. Di sala 2011'an de jî derbasî xebatên ragihandina YRD’ê dibe û li wir cihê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digire. Di sala 2013'yan de di konferansa rojnemevanan de Denîz Firat weke endama koordînasyonê tê hilbijartin û li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) rojnamevanî dike.    Li wargehê rojnameya Rojeva Welat a heftane çap dike, li gel wê ji kanala Stêrk Tv re bernamên taybet çêdike. Ji Kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dinivîse, di heman demê de ji ajansa JINHA'yê re nûçegîhaniyê dike.    Di 8'ê Tebaxa 2014'an de di dema şopandina êrişên DAIŞ'ê ya li hemberî wargehê de, Denîz Firat bi giranî birîndar dibe û li nexweşxaneya li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê rojnamevan Denîz bi girseyî ber bi Wanê ve tê birêkirin. Denîz  Firat li gundê Xecê Xatûnê li ser milê rojnemevanên jin hat definkirin.   Mîrateya Denîz Firat, ne bi zimanê rojnamegeriya desthilatdariyê, bi zimanê heqîqetê bi awayekî xurt wek bîra polîtîk hebûna xwe diparêze.