Gulîstan Kiliç Koçyîgît:Pirsgirêka Kurd zemîna demokratîk ava kiriye 2026-08-07 18:19:23   ENQRE -  Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di komîsyonê de axivî, diyar kir ku ew vê qanûnê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke destpêk dibinin û got: “Pirsgirêka Kurd ji sêdarê îro hatiye zemîneke demokratîk û ji çareseriya demokratik re derî vedike. Edî hatiye fêmkirin ku ew pirsgirêk di çerçoveya demokrasiyê de dikare bê çareserkirin.”   Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin.  Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civînê bûn.   Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di komîsyonê de axivî û anî ziman ku tevî kêmasiyan jî wan ev pêşnûme kiriye û wiha got: “Ew îmzayên me avetinê ji bo pêşeroja hevpar e. Dinya diguhere û Rojhilata Navîn diguhere. Sînorên dewletên kapîtalîst li Rojhilata Navîn ava kirine diguhere. Mixabin gelên Rojhilata Navîn hertim bûne maxdurên şer û pevçûnan. Di bingeha hemû komkujî û qirkirinên Rojhilata Navîn de sedema berjewendiyên dewletên hegemon ên bazirganiyê hene. Lê mirin, sirgûn û kuştin dikeve para gelan. Weke Xezayê birçîbûn û mirin dikeve para gelan. Tirkiye di vê serdemeke wisa de dê çi pozisyon bigire, wê bi vê qanûnê re diyar bibe. Ya ku pêvidiya gelên Rojhilata Navîn pê heye ne şer û pêvçûn in, jiyaneke wekhev û azad e.”   Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd   Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdemeke wisa de birêz Ocalan bi banga 27ê Sibatê ya Aştî û Cİvaka Demokratîk ji bo berjewendiya gelan destwedenek kir. Ew bang banga Aştiya Rojhilata Navîn e. Ew manîfestoyeke û destwerdana li şeran e. Ew banga kirdebûna gelan e. Ew bangeke stratejîk e. Divê di vê sedsala ku geşedanên Rojhilata Navîn rû didin xwişk-biratiya Kurd û Tirk were nûjên kirin. Em bang li hemû parlamenteran dikin; em karekî dîrokî dikin. Werin em çarenûsa gelan û Rojhilata Navîn bixwe diyar bikin. Deriyê demokrasiyê vekin û aştiyê misoger bikin. Em bi hev re piştgiriya vê pêvajoyê bikin û bi hev re bi ser bikevin.”   ‘Ev qanûn destpêka çareseriyê ye’   Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku weke DEM Partiyê ew vê qanûnê destpêka çareseriya pirsgirêkan dibînin û wiha domand: “Ev qanûn gava yekem a çareseriyê ye. Pêşerojeke nû ya wekhev, hemwelatîbûna wekhev dikarin bi hev re ava bikin. Ji bo wê jî ev qanûn gaveke dîrokî ye û dê bibe çavkaniya qanûnên pêşerojê. Ji bo wê jî qanûneke binyadî ye. Em rastî cudakariyeke mezin hatin. Zimanê me û nasnameya me hat înkarkirin. Me li ber xwe da û têkoşîneke mezin da, berdelên mezin da. Em îro di arefeya bi dawîbûna van berdelan de ne. Ew berdelên hatine dayin ber hewa neçûn. Hebûna gelê Kurd rastiyeke ku nayê înkarkirin e. Pirsgirêka Kurd ji sêdarê îro hatiye zemîneke demokratik û ji çareseriya demokratik re derî vedike. Edî hatiye fêmkirin ku ev pirsgirêk di çerçoveya demokrasiyê de dikare bê çareserkirin.”   ‘Komara Demokratîk wekheviya hemû gelan e’   Di berdewama axaftina xwe de Gulîstan Kiliç Koçyigit jî gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a, ‘Hûn Kurd Tirk derxînin, Tirk jî Kurd derxînin dê çi bimînê’ bi bîrxist û got: “Armanca me pêşerojeke hevpar bi hev re ava bikin û bi awayekî demokratik bi hev re bijîn. Demokrasî beyî têkoşînê nayê bi destxistin. Ji bo wê jî ew rêyeke dirêj a têkoşîna demokrasiyê. Komara Demokratîk ew ê ku demokrasî civakî bibe û hemwelatiya azad pêk were. Hemû gelên rastî cudakariyê hatinê bibin kirdeyê pêşeroja welat. Ew ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan e. Armanca me jî Komara Demokratîk e. Kurd, Sosyalîst û gelek pêkhate û baweriyên vî welatî di avakirina Komarê de rastî cudakariyê hatin. Komara Demokratîk jî vê kêmasiya komarê çareser dike û hemû pêkhateyan digirê nava xwe. Çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd dê refahê jî bi xwe re bînê. Ji bo wê jî firseteke mezin li pêşya me ye.”   Spasî ji Rêberê Gelê Kurd re   Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiya axaftina xwe de Sirri Sureyya Onder û kesên di têkoşîna edaletê de jiyana xwe ji dest dane, girtiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, Dayikên Aştiyê û hemû kesên têkoşîna aştî û azadiyê didin silav kir. Her wiha Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo piştgiriya pêvajoyê spasî ji Serokkomar Erdogan, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir.   Gulistan Kiliç Koçyîgît dema navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend li salonê nîqaş derketin û Gulistan Kiliç Koçyîgît neket nava nîqaşê û axaftina xwe bi spasiya partiyên siyasî re bi dawî kir.